Çeteyên Tirkiyê êrîşî bargeha Himêmîn kirin

Çeteyên girêdayî Tirkiyê bargeha Rûsya ya Himêmîn bi 17 fûzeyan kirin hedef. 8 jê negiştin bargehê û 9 ji aliyê hêzên parastina hawayê yên bargehê ve hatin bêbandorkirin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê got: "Di 22`ê Gulanê de terorîstan ji herêmên bêçek li Idlibê bargeha Himêmîn bi 17 fûzeyan kirin hedef."

Daxuyaniya wezaretê wiha domand: "8 jê negiştî bargehê. Fûzeyên din ji hêla hêzên parastina hawayê hatin bêbandorkirin."

Hêzên Rejîma Sûriyê operasyonek leşkerî berfireh ji bo vegerandina serweriya xwe li gundewarê bakurê Hemayê û bakur rojavayê parêzgeha Idlibê dabû destpêkirin. Bi rêya operasyonê Rejîmê hejmarek bajarok û girên stratejîk mîna Mezreêt El-Radî, El-Bane El-Cenabire û Til Osman, piştre Rejîmê Kefer Nebûde û keleha El-Medîq xistin bin serweriya xwe.

 


Mijarên Din