Çeteyên Tirkiyê Zirganê êrîş kirin, QSD‘ê mafê parastinê rewa pêk anî

Şervanên QSD‘ê yên li eniyên gundên bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê di çarçoveya xebitandina mafê parastina rewa de bersiva êrîşên artêşa Tirk  a dagirker dan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirina agirbestê didomînin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê êrîş pêk anîn.

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya pêkanîna mafê parastina rewa de berisva êrîşan da. Di vê derbarê de panzêreke dagirkeran hate rûxandin û gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.

ANHA


Mijarên Din