Cevanî: Îran bi DYA’yê re dan û standinan nake

Ajansa Tesnîm a Îranê li ser zimanê cîgirê serokê Artêşa Muhafizên Şoreşê Yadullah Cevanî ragihand ku Tehran dan û standinan bi DYA`ê re nake û Washington nikare çalakiyeke leşkerî li dijî Îranê pêk bîne.

Cîgirê serokê Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê yê berpirsê kar û barên siyasî Yadullah Cevanî wiha got: "Em dan û standinan bi amerîkiyan re nakin. Amerîkayî nikarin çalakiyeke leşkerî li dijî me bikin. Neteweya me dibîne ku DYA nikare êrîşî me bike."

Cevanî wiha pê de çû: "Donald Trump texmîn dike ku piştî cezayan Îran dê rastî tevliheviyeke hundirîn were, her wiha dê dan û standinan bike, lê ev yek pêk nayê."

Serokê DYA’yê Donald Trump roja pêncşemê, fermandariya Îranê hişyar kir ku pê re bikeve diyalogê da ku dev ji bernameya Tehranê ya nukleerî berde.

(jo)


Mijarên Din

Li Raî teqîn