Cewher: Kongreya nîştimanî kaxiza fişarê ya itîrafkirina bi Rêveberiya Xweser e

Sabit Cewher da zanîn ku kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê dê bibe piştevaniya xurtirina Rêveberiya Xweser û berê wê ber bi itîrafkirina li Sûriyê ve.

Endamê komîteya şopandina biryarên kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firatê Sabit Cewher diyar kir ku nûnerên ji partiyên siyasî, rûspî û şêxên eşîre û qebîleyên Ereb û Kurd, nûnerên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hin kesayetên alîgirên hikumeta Şamê û tevlêbûnên bi rêya skype beşdarî kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê bûn û kongre bi nêrîn û pêşniyarên xwe çi siyasî, leşkerî, xizmetguzarî, civakî yan jî li ser asta rêvebiriyê dibe dewlementir kir.

 ‘NÎQAŞÊN GIRÎNG LI SER ASTA REWŞA SÛRIYÊ Û PÊŞDEÇÛNA RÊVEBERIYA XWESER PÊK HATIN’

Cewher destnîşan kir ku nîqaşên di kongreyê de hatin kirin ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser girîng bûn û wiha got: "Piranî nîqaş li ser rewşa Sûriyê û gel bi giştî bûn, ji wê zêdetir jî li ser rewşa Rêveberiya Xweser û rêbazên pêşxistina û xurtkirina wê di merheleya bê de kir, ew jî bi rêya xebata hevbeş, kadroyên pisporî û xebata perwerdekirina kadroyên niha pêkan e."

Cewher wiha domand: "Di kongreyê de gelek biryar hatin dayîn, ew jî der heqê rewşa debarê ya şênî, pêwîstiya pêşxistina rewşa çandiniyê, piştgiriya QSD’ê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û hemleyên li dijî teror û şaneyên wê yên li herêmê de, ne."

 ‘ERKA KOMÎTEYA ŞOPANDINÊ, ŞOPANDINA PÊKANÎNA BIRYAR Û PERSPEKTÎFAN E’

Têkildarî komîteya şopandinê ya ku di kongreyê de hatiye avakirin û ji 16 endaman pêk tê, Cewher wiha pê de çû: "Erka wê şopandina biryar û perspektîfên kongreyê ye, tê payîn xebata xwe di çend rojên pêş de bike."

Der heqê bandora lidarxistina kongreyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî de, Cewher wiha piştrast kir: "Bê guman dê bandoreke wê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebe, ew jî ji aliyên xurtkirina Rêveberiya Xweser û xebata li ser belavkirina projeya wê li tevahî herêmên Sûriyê de, ji ber mafên tevahî şêniyên Sûriyê misoger dike."

 ‘BANDORA KONGREYÊ DÊ LI SÛRIYÊ Û DEWLETÊN DESTWERDANÊ LI WÊ DIKIN, HEBE’

Sabit Cewher diyar kir ku lidarxistina kongreyê dê bandorekê li Sûriyê bi giştî û dewletên destwerdanê li aloziya Sûriyê dikin, bike û wiha bi dawî kir: "Kongre wek kaxizeke fişarê li ser dewletên destwerdanê li Sûriyê dikin, divê civaka Sûriyê itîrafê bi projeya Rêveberiya Xweser bike, ji ber ew çareya yekane ya çareserkirina krîza Sûriyê ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din