Cezaîrê banga vegera Sûriyê ya nav Camiyeya Erebî kir

Wezîrê karên derve yê Cezaîrê Sebrî Bû Qadom bang li Camiyeya Ereban kir ku rawestandina endamtiya Sûriyê bi dawî bikin û divê ji nû ve nûnertiya xwe di civîn û çalakiyan de pêk bîne.

Wezîrê karên derve yê Cezaîrê Sebrî Bû Qadom bang li dewletên ereban kir ku ji nû ve endametiya Sûriyê çalak bikin û wiha got: "Tunebûna Sûriyê zirareke mezin digihîne Camiyeyê û Ereban."

Tunis di îqnakirina Ereban ya ji bo vegera Sûriyê li nav Camiyeya Ereban de ya sala borî, di dema pêşwazîkirina Lûtkeya Erebî ya Adara 2019’an de bi bin ket.

Cezaîr xwe amade dike ku lûtkeya Ereban a pêş a bi dewreya 32’yan piştî pêşkêşkirina daxwazê ji Camiyeya Ereban, pêşwaz bike.

Camiyeya Ereban di 2011’an de endamtiya Sûriyê piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di Adara heman salê de, rawestand.

(fr)


Mijarên Din