Cezayên kesên biryarnameya qedexekirina çûn û hatinê binpê bikin hatin eşkerekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cezayê kesên ku biryarnameya qedexekirina çûn û hatinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê bikin, diyar kir. Her wiha bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarabi hejmara 35’an derxist. Rêveberiyê di biryarê de tedbîrên ku dê têkildarî kesên ku li gorî biryara qedexekirina çûn û hatinê li herêmê tev negerin, eşkere kirin.

Di biryarnameyê de ev agahî hatin parvekirin:

1- Ji hemû welatiyan tê xwestin ku li gorî biryara qedexekirina çûn û hatinê tev bigerin da ku pêşî li rewşên muhtemel bigirin û heger li gorî wê tev negerin dê rastî van cezayan werin:

- Cara yekemîn 5 hezar lîreyên Sûriyê

- Cara duyemîn 10 hezar lîreyên Sûriyê

- Cara sêyemîn 15 hezar lîreyên Sûriyê

- Heke rewş gelek caran dubare bibe, kesên ku binpêkirin kiriye dê pereyan 3 qatê cara dawî ku hatine cezakirin anku bide.

2- Erebe û alavên ku li gorî biryarnameya qedexekirinê tev negerin, dê rastî van cezayan werin:

- Cara yekemîn dê rojekê were girtin.

- Cara duyemîn dê 3 rojan were girtin.

- Cara sêyemîn dê hefteyekê were girtin û 25 hezar lîreyên Sûriyê bide.

- Heke ev yek gelek caran dubare bibe, dê kesên vê yekê dikin pereyên 3 qatê cara dawî ku hatine cezakirin, bide.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexekirina çûn û hatinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro heta 15 rojên din dirêj kiribû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din