Cîhan Mihemed: Divê jin di qada siyasî de pêşeng bin

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed destnîşan kir ku jinan di pêvajoya dîrokê de li dijî hişmendiya serdest gelek şoreş bi rê ve birine, lê ji ber dîrok bi destê serdestan hatiye nivîsandin, navê jinan nehatine diyarkirin.

Meclisa Jinên Sûriyê civînek ji jinên li navçeya Sirînê re, li Navenda Çand û Hunerê yan avçeyê, da ku rewşa jinan li Sûriyê û girîngiya beşdariya jinan di qada siyasî de şîrove bikin, li dar xist.

Civîn bi beşdariya bi dehan jinên navçeya Sirînê, endamên Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed, endamên meclisê û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed têkildarî rewşa jinan bi giştî û jinên li Sûriyê yên ku di hemû aliyên de, bi taybet beşdarnebûna di qada siyasî de û qedexekirina jinan ji birêvebirina civakê re, axivî.

Cîhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku şerê li Sûriyê rû da, di radeya yekemîn de jin kirin armanc, ji ber ku yên herî zêde êş kişandine, jin in.

Cîhan wiha axivî: "Tevî ku doza jinan di civatê de doza herî girîng e, lê hişmendiya mêrdestiyê rê neda jinan ku beşdarî beşên jiyanê bibin."

Cîhan got di pêvajoya dîroka kevn û nû de, jinan li dijî hişmendiya mêrdestiyê şoreş pêk anîne, lê ji ber dîrok bi hişmendiya serdestan hatiye nivîsandin, navê jinan di dîrokê de nehatiye diyarkirin.

Endama Desteya Rêveber Cîhan Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke sereke lîst, bi taybet berxwedana şehîdên jin, di vê derbarê de divê jin bi erka xwe ya di qada siyasî de rabin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din