Chanahan: Pentagon difkire hêzên din bişîne Rojhilata Navîn

Wezîrê Parastinê yê Amrîkayê bi Wekaletê Patrick Chanahan got, wezaretê difikre hêzên  din bişîne Rojhilata Navîn. Patrick Chanahan îşaret pê kir ku tevgera leşkerî ya Amerîkayê li Kendava Ereban ji bo rê li pêşiya Îranê bigire da ku li dijî wê şer neke.

Chanahan roja Pêncşemê di kongreyeke  çapemeniyê de got: "A ku em lê digerin; gelo em dikarin çi bikin heta ku em parastina hêzên xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin? Dibe ku şandina hêzên din be."

Chanahan di daxuyaniyên xwe de ji rojnamevanan re li derveyî avahiya wezareta parastinê(Pentagon) raporên ku behsa hejmarên sçînordar ji hêzan lêkolîn dike red kir.

Patrick Chanahan destnîşan kir ku Pentagon beriya ku biryar di vî warî de bigire dê raporekî pêşkêşî serok Trump bike.

Dazgehên çapemeniyê li ser zimanê rayedarên Amerîkî gotin wezareta parastinê daxwazek ji bo şandina 5 hezar leşkerên din ji Rojhilata Navîn re li gel nakokiya bi Îranê re lêkolîn dike.

 


Mijarên Din