Şeva din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Seyda, Mielek, kampa Eyn Îsayê û derdora navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Bi sedan topên hewanê li gundên sivîlan ketin û di encamê de 8 sivîl birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeyê.
Hemwextî topbarana li dijî navenda navçeya Eyn Îsayê ji aliyê bakur û rojava ve, rêya M4 û gundê Seyda yê bakurê navçeya Eyn Îsayê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve êrişî gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê kir.
QSD`Ê ÊRIŞA ÇETEYAN TÊK BIR: GELEK ÇETE HATIN KUŞTIN
Piştî ku hêzên dagirker êriş kir, şervanên QSD`ê ketin rewşa parastina rewa û li ser wê yekê li derdora kampa Eyn Îsayê û gundê Mielek şerekî dijwar qewimî.
Çavkaniyên leşkerî ragihand ku di şer de bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Şervanên QSD`ê êrişa çeteyan têk bir û windahiyên mezin di nava çeteyan de çêbûn. Li ser wê yekê çete neçar man ji derdora kampa Eyn Îsayê birevin. Artêşa Tirk a dagirker jî bi dehan moşekan herêm topbaran kir da ku çete bikarin ji herêmê birevin.
QSD`Ê ÇETE LI DERDORA GUNDÊ MIELEK DORPÊÇ KIRIN
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Mielek dorpêç kirin. Komeke çeteyan hewl da ji herêmê birevin û cenazeyên kuştiyên xwe ji qada şer bibin, lê belê şervanên QSD`ê ew koma çete hedef girt.
Hê jî li derdora gundê Mielik şerekî dijwar diqewime.
(cx)
ANHA