Çi li Sûriyê diqewime.. gelo şerê desthilatê ye yan guhetina çermê aboriyê ye?

Nakokiya di navbera serokê  Sûriyê Beşar El-Esed û karsazê Sûriyê yê nêzî wî Ramî Mexlûf de, di raya giştî ya Sûriyê û cîhanê de  weke  mijreke sereke derket pêş û di wê der barê de gelek analîz derketin. Ramî Mexlûf Kî ye? Çawa ji alîgirê El-Esed bû yek ji rexnegirên wî?

Malbata Mexlûf yek ji stûnên aboriya Sûriyê ye. Di dema serokê berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed de, di gelek aliyên wekî enerjî, avahiyan, peywendiyan û madeyên xwarinê de mafên taybet û ne ji rêzê ji bo malbata Mexlûf hatin dayîn. Her wiha karên girêdayî bazirganiya Sûriyê bi rêya malbatê pêk dihat. Vê yekê "îmeratoriyeke aboriyê" ya tabet bi Ramî Mexlûf re anî.

Hafiz El-Esed piştrast bû ku dê malbata hevjîna wî Enîsa Mexlûf piştgiriyê bide kurê wî Beşar û şebekeyeke bi ewle jê re ava bike. Piştî ku 2011`an aloziyê dest pê kir, malbata Mexlûf di piştgiriya El-Esed ji aliyê aborî, hêzên leşkerî û leşkertiyê de roleke girîng lîst.

ÎMPERATORIYA MEXLÛF A BERIYA ALOZIYÊ

Ramî Mexlûf şerîketa El-Şam El-Qabîda û piştre şerîketa Syriatell ava kir û gelek şerîketên ku veberanînên mezin li Sûriyê bi rêve dibir, girêdayî wan şerîketan kir. Rojnameya "Financial Times" Ramî Mexlûf wekî xwediyê zêdetirî ji sedî 60 ji pereyên Sûriyê, bi nav kir.

Veberanînên bazirganiyê yên Mexlûf berfireh bûn û gelek qad xistin bin kontrola xwe wekî; peywendiyên bi silk û bê silk, petrol, gaz, avahî, bank, şerîketên firînê û parçekirinê, sûk, her wiha dezgehên çapemeniyê wekî rojnameya Watan, televizyona Nînar û şerîketên rêklamê wekî şerîketa ProMedia, di qada perwerdeyê de dibistana Şoyfat a navdewletî, di qada pîşesazî de jî xwediyê şerîketa Middle East Eltel tevî hejmareke mezin ji şerîketên giştî wekî şerîketa  TP Ramak. Her wiha di bazirganiya cixara û titûn de  keysbazî kir û ji seranserê Sûriyê anî.

Komeleya Bustan ku sala 1999`an li Lazîqiyê hat avakirin, Ji milkên sereke yên Mexlûf e. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê, "Bustan" ji komeleyeke xêran veguherî rêxistineke piştgiriya hêzên girêdayî Îranê.

Wekî El-Esed, Mexlûf jî ji pêkhateya Elewî ye. Beriya salekê di hin agahiyên ku belavbûn de hat gotin ku Mexlûf piştgiriya El-Esed kir lê belê dûrî çepemeniyê bû, heta ku beriya hefteyekê cara yekê bi dîmenekî derket ser malperên tevna civakî.

GIRÊDANA MEXLÛF BI ÎRANÊ RE LI SER EL-ESED BAR E

Karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf ku di nava lîsteya cezayên navdewletî de ye, bi dîmenekî derket û di rewşeke  bi nakok de xuya kir. Mexlûf ji aliyekî ve piştgiriya El-Esed kir, ji aliyê din ve jî nameyên hişyarkirinê jê re şand û diyar kir ku tiştê ew rastê tê xeternak e û ne lîstok an henek e.

Nakokiya di navbera aliyên desthilatê de li Sûriyê bi gelek şêweyan derket. Ya herî sereke pêşbirka di navbera karsazan de ku hewl dan li ser aboriya Sûriyê serwer bin. Her wiha pêwîstiya hikumeta Sûriyê bi xilasbûna ji cezayên navdewletî hebû, lewra xwest ku karsazên ku dernediket pêş, ji bo dayîna cezayên navdewletî bi kar bîne.

Şerê li Sûriyê derfet da "bazirganên şer û aloziyan" ên ku di şertên ewlehiyê yên xirab de pereyên wan zêde bûn, derkevin pêş.

Wekî ku me berê jî diyar kiribû, malbata El-Esed aboriya Sûriyê xist destê Ramî Mexlûf. Lê belê di navbera salên 2003-2011`an de, karsazên Sûriyê yên nêzî El-Esed di bin cezayên Amerîkayê de mabûn. Wê demê beşekî mezin ê karsazên Sunnî û karsazên nêzî malbata El-Esed ku ne di nava lîsteya cezayan de bûn wekî "Samir El-Foz", piştgiriya El-Esed bi dest xistin.

Cezayên derve yên li ser Mexlûf ji destpêka aloziyê ve, li pêşiya serkeftina li dijî Samir El-Foz ku heta demeke kin ne di nava cezayan de  bû, bûbûn asteng. Ji ber cezayan, navê Mexlûf ji bo rewşên veberanînê metirsî çêdikir. Gihîşt wê astê ku serokatiya meclisa rêvebeiya şerîketa Syriatell bide du şerîketên din ku dîsa girêdayî wê bûn, her wiha ji ber cezayên welatên derve Mexlûf ji meclisa rêveberiya şerîketa "El-Şam El-Qabîda" jî, derket.

Der barê mijarê de, lêkolînerê siyasî û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz wiha got: "Ramî Mexlûf ku êdî ne xwediyê aboriyê aboriya Sûriyê ye, bi girêdana bi Îranê re navdar e. Karên komeleya wî ya xêran (Komeleya Bustan) ji bo çalakiyên leşkerî yên li Helebê û leşkerkirina gelek ciwanan li Deraayê bi behaneya pêşkêşkirina alîkariyan, bûn. Lê belê di rastiyê de bi awayekî yekser alîkariya Îranê ji bo mayîndekirina serweriya wê li herêmên başûrê Sûriyê, dikir.

SAMIR EL-FOZ KÎ YE?

Samir Zuhêr El-Foz (44) li bajarê Lazîqiyê yê Sûriyê hatiye dinê. Piştî ku sala 2013`an tevî 10 kesên din li Tirkiyê sûcekî kuştinê pêk anî û piştî çend mehan ji girtîgehê derket, navê wî li qada karsazan û dezgehên çapemeniyê belav bû.

Piştre El-Foz bû serokê meclisa rêveberiya "Koma El-Foz El-Qabîda" ku sala 1988`an hatibû avakirin û serokê rêveber ê "koma Eman El-Qabîda" ku gelek şaxên wê wekî şerîketa "El-Foz ji bo bazirganiyê" û "El-Foz a bazirganiyê", "El-Muheymin ji bo veguhestinê", "Serûh a avahiyan" hebûn. Her wiha şaxên "Koma El-Foz" yên wekî veberanînên di aliyên firotin û kirîna madeyên xwarinê ji derve, bi rêve dibir. Vê dawiyê jî El-Foz berê xwe da projeyên veberanîna avahiyan li Tirkiyê û Sûriyê û di aliyê çapemeniyê de bi rêya  malperên enterntê, rojanameyan û gelek dezgehên çapemeniyê li Şamê fînanse kir.

Çavdêr dibînin ku El-Foz aliyên aborî yê Beşar El-Esed û alava wî ya şikandina ambagoyê, binpêkirina cezayan û belavkirina projeyên ji nûve avakirinê, bû.

Di salên aloziya Sûriyê de jî, Ramî Mexlûf xwe da aliyekî û Samir El-Foz derket pêş. Lewra her du alî ketin pêşbirkê. Rojnameya Watan ku ya Ramî Mexlûf e, êrişî projeyên El-Foz kir.

SAMIR EL-FOZ LI SER RÊYA MEXLÛF E

Piştî ku navê El-Foz derket pêş û girêdana wî bi hikumeta El-Esed re û tevlêbûna peymanên bi Îranê re, El-Foz di Çileya 2019`an de rastî cezayên Amerîka û Ewropayê hat.

El-Foz êdî di bin cezayên Ewropayê de ma û wekî Ramî Mexlûf hebûna wî jî bû barek li ser El-Esed. Hêdî hêdî ji lîsteya pêşîn a alîgirên El-Esed hat derxistin. Ramî Mexlûf ev rewş bi kar anî û careke din ket pêşbirga aboriya Sûriyê.

Derketina Ramî Mexlûf a li pêşberî raya giştî û axaftina wî piştî bêdengiya bi salan, vê yekê piştrast dike.

BERJEWENDIYA RÛSYAYÊ DI VÊ NAKOKIYÊ DE ÇI YE?

Derketin û axaftina Mexlûf hemwextî têkçûna aborî a Lîreya Sûriyê û pêwîstiya hikumeta El-Esed bi kêmkirina zexta aborî ya navdewletî, pêk hat, ku dê bi pêkanîna cezayên "Qeyser" re ev zext zêde bibin. Her wiha raporên Rûsya ku gendeliya li Sûriyê rexne dike û hewl dide ku şêweyên rêveberiya Sûriyê ji bo hêsankirina berdewamiya piştgiriya hikumeta El-Esed, biguherîne.

Li ser hemwextbûna van pêşketinan, El-Hafiz wiha dibîne: "Ev yek nîşan dide ku di demên dawî de karsazên Sûriyê bi hevalbendiya Putîn, bi hemleyekê El-Esed û malbata wî hedef digirin. Ew beş niha li Sûriyê aboriyê û siyasetê jî bi rêve dibe û ev yek di çarçoveya zextên berê ên li ser El-Esed ji bo dûrxistina serweriya aboriyê ya girêdayî Îranê, pêk tê. Moskov ji Ewropiyên di bin perspektîfên Washingtonê de dixwaze ku serdema amadekariya jinûve avakirinê li Sûriyê pêk bê, di demekê de ku alîgirên Îranê ji qada aboriyê dûr in. Dê piştre serweriya  Îranê li ser erdê jî tune bibe, tevî ku dê ji ber berdewama zextên li ser rejîma Îranê hinekî dereng be."

Weke ku di aliyên leşkerî û siyasî de, Rûsya bi Amerîka û Îsraîlê re li hev kir û serweriya Îranê qels kir û dûrî sînorê Îsraîlê û civînên Astanayê jî xist, divê dûrî aboriya Sûriyê jî bixe.

Li ser wê yekê, El-Hafiz da zanîn: "Bi baweriya min û li gorî rastiya heyî û hevsengiya hêzan, pêkanîna berjewendiya Rûsyayê dê bi dûrxistina serweriya Îranê ji Sûriyê pêk bê. Dê destpêkê bi rêya peymanan û veberanînan û piştre bi dûrxistina kesayetên girêdayî Tehranê, ji qada aboriyê bê dûrxistin. Rûsya di mijara têkbirina Îranê li Sûriyê û bi taybetî li rojhilat û navarasta Sûriyê, tev li Îsraîlê dibe. Li başûrê welêt jî amadekariya darbeyeke mezin li dijî serweriya Îranê, tê kirin.

DÊ EV NAKOKÎ ÇAWA BI DAWÎ BIBE?

Niha behsa pêşbirga di navbera karsazên girêdayî aliyên desthilata Sûriyê ne, tê kirin. Di vê der barê de, El-Hafiz wiha dibêje: "Bi nêrîna min, şerê ku hin kes bi şerekî mezin ê aboriyê di navbera Ramî Mexlûf û Esma El-Esed (hevjîna Beşar El-Esed) de bi nav dikin, ez dibînim ku şerekî berjewendiyan yê eşkere ye ku em nikarin bi hêsanî bêjin ku dê berfireh bibe û El-Esed kesayeteke aboriyê ya girîng wekî Ramî Mexlûf ji dest bide."

Li ser çarenûsa Ramî Mexlûf jî, El-Hafiz diyar kir ku "Nakokiya li pêşberî raya giştî, bi tu şêweyan nayê wateya ku dê Ramî Mexlûf împeratoriya xwe ya aboriyê bi hêsanî ji dest bide. Li gorî agahiyên ji kesên nêz, Ramî Mexlûf niha tevî bavê xwe li BelaRûs bi îstiqrar bûye û tu pirsgirêkên mezin ê cidî di navbera wî û Beşar El-Esed de tune ne, lê belê El-Esed xwest ku bi wendahiyên kêm derkeve. Di heman demê de nexwaze ku şantajê li dijî Rûsya bi kar bîne. Lewra xwest ku vê nakokiyê ji raya giştî re eşkere bike û di aliyên derve de bê gotin ku serdema Mexlûf û Îranê bi dawî bûye. Ji bo tekezkirina vê nêrînê, helbet dê tevgerên aboriyê ên bi vê rengî li pêşiya me bin."

Der barê dawiya vê nakokiyê de jî, lêkolînerê siyasî û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz wiha got: "Der barê kesayetan de û gelo dê kî bi serkeve?. Ez dibînim ku Esma El-Esed ku xwediya meylên Ewropî ye, ji bo guhertina çerê aboriya Sûriyê di serdema pêş de, bi Rûsyayê re li hev dike. Lihevkirina El-Esed û hevjîna wî bi Rûsya re, dê ji berjewendiya her du aliyan be. Lê belê dê helbet ji bo alîgirên Îranê li Sûriyê, derbeyeke bi bandor be."

(cx)

ANHA


Mijarên Din