​​​​​​​Cihê sergo veguherandin erdekî çandinî

Şêniyên bajarê Qamişlo rûberek biçûk ku berê sergo bû, kirin erdekî çandinî . Bi vê re rêgeza xwetêrkirinê ava kirin.

Li bajarê Qamişlo gelek şênîdi hewşê xwe de çandinî dikirin û beşek biçûk ji debara xwe jê peyda dikin. Lê bi têkçûna nirxê pereyên Sûrî û bihayê bilindbûna zebzeyan re şênî dest bi çandiniyê di firehiyekê de kirin ku paşguh kiriye, kirin.

Şêniyê bi navê Hisên Mihemed Salih ku bi çend hevalên xwe re parçeyek ered ji bo çandina hin zebzeyan bi kar aniye dibêje: "Beriya du mehan me dest bi vê projeyê kiribû. Ev der berê cihê sergo bû, me bi alavan gemar avêt û axa guncaw ji bo çandiniyê lê raxist,  ji bo avdanê jî me boriyên biçûk danîn."

Salih diyar kir ku wan îsot, bacan, xiyar, bamiya, miloxiyê, beroj, beqle, darên rez û hejîr çandin.

Hisên Mihemed Salih bang li şêniyan kir ku mîna van projeyan vekin.

ANHA


Mijarên Din