Cihên dîrokî yên Minbicê

Li Minbicê zêdetirî 200 deverên dîrokî hene. Li rexma şert û mercên şeran heta niha jî ev cihên dîrokî li ber xwe didin.

Bajarê dîrokî yê Minbicê "Hera Polîs"

Bajarê dîrokî yê kevnare yê  Minbicê bi gelek navan tê naskirin; Hera Polis, Nabouge, Nabigo, Addisa, Lita Asur. Li Minbicê gelek deverên şûnwarî hene ku vedigerin serdemên kevin. Wekî perestgeha Hîra ya vedigere serdema Yûnanistan a kevin a beriya pêvajoya Îskenderê Mekdonî. Perestgeha Atrgatis a li aliyê rojavayê bajêr û gelek deverên din mîna; dêra Suryan a li taxa Bakurê bajêr, Girê Kevirî yê li taxa Rojhilat, her wiha derveke ku navê "Seradîb" jêre tê gotin a li başûrê bajêr.

Girînendeya Şûnwaran a Minbic û gundewarên wê di 25‘ê Tîrmeha 2017‘an de an ku piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê hate avakirin. Girînendeyê piştî damezirandinê demildest dest bi xebatên xwe yên belgekirin û lêkolînên deverên dîrokî kirin.

Ji deverên arkeolojîk ên ku hatine bibelgekirin "Seradîb" an ku "Diyamîs a li taxa başûrê rojavayê bajar e. Li gorî pisporê endamê Girînenedeya Şûnwaran a Minbic û gundewarê wê Abdulwehab Şêxo devera "Seradîb" ji mûzexaneyeke xwezayî pêk tê. Di hundirê wê de parçeyên şûwarî hene ku pêvajoyên girîng ên dîroka bajarê Edial û pêvajoya banga veşartî ya Xiristiyaniyê vedibêjin, hene.

Cihên dîrokî yên li berava Firatê

Şêxo bi bîr xist ku li berava çemê Firatê cihên şûnwarî hene; "Perestgeha Şaş Hemdan a li aliyê başûrê rojavayê bajêr. Di nivîsên Hîrodot de yê di sedsala 4 a beriya zayînê de diyar dike ku berava Firatê ji bo navîgasyonê çemkî maqûl bû, tevgerek veguhastina keştiyan, bazirganiya veguhastinê û danûstendina tiştên di navbera Carchemish û Mary de hebû."

Her wiha ji cihên dîrokî yên li berava çemê Firatê Çiyayê Xalid e. Dîroka wê vedigere sala 336 BZ û ji bargehên leşkerî, cihên îbadetê, gor, jingehên leşkeran pêk tê. Çiyayê Xalid, di dema şerê Yûnanîstan li dijî û Persan de ji Yûnanîstan re wekî kelhe dihat naskirin.  Şandeyek Usralî di sala 2011‘an de serdana Çiyayê Xalid kir.

Kelha Necim a dîrokî ji kelhên sereke yên kevnar di bajêr de ye. Di dema Selahedîn El-Eyûbî de parastina wê hatibû xurtkirin. Kelha Necim ji gorên Bîzansiyan pêk tê ku vedigere serdema Bîzans an jî Xiristiyanan. Her wiha wekî nuqteya derbaskirina milê rastê yê berava Firatê dihat dîtin, nuqteya tekane ye ku Elî Bin Ebî Talib di şerê Sefîn de derbas kiriye. Pira Merwan Bin Mihemed xalîfeyê dawî yê Umewiyan şewitand da ku Ebasî nekevin pey wî.

Abdulwehab Şêxo li ser mijarê got: "Di qanûna Roman de definkirina di hundirê sûra bajêr a kevin hatibûn qedexekirin. Ji ber vê yekê li her çar aliyên bajarê gor derveyê sûra bajêr hene. Jê li taxa bakur an ku Serib Şengal, taxa rojava ji dibistana amadehî ya Minbicê heta çerxerêya Sebai Behrat, derdora nexweşxaneya Firatê, li taxa Hezwana ya başûr û taxa rojhilat li rojavayê gora Pêxember Yûnis."

Girînendeya Şûnwaran a Minbic û Gundewarên wê gor paqij kirin û  gelek lêkolîn li ser kirine.

Dêra Suryan

Dêra Suryan ji cihên xîtab û tabloyên fiseyfusa pêk tê. Ji wan tabloyan ya navê oldar Kirîkoz li ser hatiye xêzkirin ku veşartî îbadet dikir.

Li milê rojavayê dêrê tabloyoeke rengîn destanî heye ku qala destana nêçîrvanan di dema Roman de, dike. Rûyê sereke yên vê tabloyê hat paşguhkirin. Tablo ji aliyê Gerînedeya Şûnwaran a Minbicê hate belgekirin. Her wiha li derdora tabloya sereke gelek tabloyên din hatin vedîtin. Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku bajarê Minbic dagir kiribûn dêr bi  alavên giran kolandin.

Kelha Um El-Seric

Li aliyê başûrê bajarê Minbicê kelha dîrokî ya Um El-Seric heye. Ev kelh vedigere gelek şarestaniyan wekî; Roma û Yûnanistanê. Ji jêrzemîneke berfireh û dikanan pêk tê. Kelha El-Seric di dema dagirkirina çeteyan de hat bikaranîn. Çeteyan her tiştên tê de talan kirin  û xirab kirin.

200 deverên dîrokî

Abdulwehab li ser deverên dîrokî yên li Minbicê wiha got: " Li beşê bakûrê bajarê Minbicê Dêra Dada heye, li ser çiyayekî bilind e.  Ev cih vedigere serdema Bîzansan. Li aliyê başûrê rojhilat jî gorên di hindirê kevirên spî de hene. Her wiha gelek cihên dîrokî li berava çemê Sacûr hene mîna; Til Ilkane, Til Fursan,  Til Ereb Hesen û devera Homşeriyê, Çiyayê Xalid û gelek deverên din hene ku ji aliyê gerînendeyê ve têne têkolînkirin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din