Çima ENKS li dijî sîstema hevserokatiyê û perwerdeya bi zimanê dayikê derdikeve?

Ziman hêmaneke sereke ye ku nasname û çanda gelekî diyar dike. Dîsa jî beşdarbûna jinan di rêvebirina civakê de girîng e ku nabe were paşguhkirin. Gelo dûrxistina jinan di rêvebirina civakê de û paşguhkirina zimanê dayikê tê çi wateyê?

Civînên Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) de hîna berdewam in. Gelek civînên berfireh û dirêj hatin lidarxistin, lê ENKS hewl dide keleman derxe û dan û standin xistine tuneleke teng. Ev yek di mijarên; dixwazên materyalên hikumeta Şamê derbasî dibistanên li herêmên Rêveberiya Xweser bike û ya din jî sîstema hevserokatiyê di rêvebirina sazî û desteyan de betal bike, xuya dike.

Ev her du daxwaz piştî civîna ENKS'ê ya bi rayedarên dewleta Tirk re hatin kirin.

ENKS'ê, bi hinceta ku bawernameyên perwerdeyê yên ku Rêveberiya Xweser dide xwendekaran di asta navneteweyî de nayê naskirin (îtîraf pê nayê kirin) û pêşeroja xwendekaran mîsoger nake, li dijî sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser derdikeve.

Li gorî wê, ENKS'ê wisa dide xuyakirin ku daxwaza wê realîst ku bi pêşeroja gelên herêmê difikire û di ber çavan re derbas dike. Lê gelo gengaz e ku mirov qala pêşeroja gelekî bike ku zimanê xwe neaxive? Nexasim heke em girîngiya zimên di pêkhatina cîhana zîhniyetê ya her gelî de li ber çavan bigirin û bandora wê li ser awayê fikirînê?

Xala duyemîn jî ya ku divê em girîngiyê bidinê, vegera li materyalên hikumeta Şamê ye. Vegera li materyalên hikumeta Şamê tê wateya vegera li zîhniyeta dûrxistin û înkarkirinê. Bi gotineke din vegera li materyalên yek zimanî û paşguhkirina pirrengiya çand û zimanê niştecihên din ên Sûriyê wekî Ermen, Suryan, Tirkman, Çerkes û Kurd. Ferzkirina yek zimanî li ser wan tevahî pêkhateyan, di dawiyê de dê bibe sedema rewşa tevlihev di nav pêkhateyê de ku ji fêrbûna bi zimanê zikmakî bêpar in, ji ber ku hebûna wan a çandî di xetereya windabûnê de ye.

Bêguman, heman sedem û di heman mercan de wê heman encaman bi xwe re bîne. Pêkanîna materyalên hikumeta Şamê di 40 salî de gelek pirsgirêkên ku bê çare bi xwe re anîn. Ev pirsgirêk li hin deveran bû sedema şerekî navxweyî.

Xala herî girîng jî ew e ku ENKS`ê li aliyekî behsa neteweya Kurd û nirxên Kurdan dike û li gorî wê siyasetê dide meşandin, li aliyê din jî bi heman hişmendiya dewletên ku behsa wan tê kirin, zimanê Kurdan qedexe dike, biçûk dibîne û dixwaze pişaftina li ser Kurdan bi qedexeya ziman berdewam bike.

Têkildarî sîstema hevserokatî jî û daxwaza betalkirina wê, di nav xwe de zîhniyeteke yekalî û hewldana ferzkirina îradeya yekalî digire.

Sîstema hevserokatiyê ne şêwazekî rêvebirinê ya taybet bi saziyên Rêveberiya Xweser ve ye, lê belê rêgezeke divê di nava civakan de bê pêkanîn da ku rêveberiya hevbeş a di navbera jin û zilaman de pê tê sepandin. Çawa ferzkirina yek zimanî li ser civakeke ku gelek ziman tê de hene, bi xwe re pirsgirêkan derdixe, di heman demê de ferzkirina îradeya zayendekê li ser civakê xetereyên mezin bi xwe re tîne.

Em li dîrokê vegerin, desthilatdarî piştî dûrxistina jinan û kêmkirina rola wê ya xwezayî di rêvebirina civakê de hate avakirin. Veguhastina ji rêveberî ber bi desthilatê ve taybetmendiya baviksalar di hundirê xwe de dihewîne û derî ji gelek şerên ji bo ferzkirina hegemonya, azar û komkujiyan vekir.

Neqebûlkirina sîstema hevserokatiyê, rabûna li dijî ramanên rêber Abdullah Ocalan e ku ev sîstem pêşkêş kiriye.

Ev daxwazên ENKS'ê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û alîgirên wê yên navneteweyî dike, yên ku hewl didin derbeyekê li projeya rêber Abdullah Ocalan bixin ku bi milyonan mirov li Kurdistan û cîhanê xwedî lê derketine. Gotinên rayedarên ENKS'ê ya "Ev sîstem hinekan aciz dike" vê yekê eşkere dike.

Bêguman, ev her du daxwaz wê ji aliyê gel ve neyên qebûlkirin û dê ENKS'ê bixe nav helwesteke giran û şermê. Ji ber ku daxwazên wê tên wateya derketina wê ji rêza kurdî û pêkanîna berjewendiyên dewletên dijberî doza kurdî.

ANHA


Mijarên Din