Çima êriş li ser Rêya M4 zêde bûne û girîngiya wê çi ye?

Rêya M4 ku di seranserê bakurê Sûriyê re derbas dibe, ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişên xwe yên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha jî dixwaze serweriya xwe li ser vê rêyê pêk bîne.

Dewleta Tirk, dest bi êrişên dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, yek ji hedefa wê Rêya M4 e. Niha hemû êriş li ser vê rêyê zêde bûne.

Ji serdemên ewil ên dîrokê heta niha 2 rêyên bazirganiyê yên ji rojhilat ber bi rojava ve bûn xwedî girîngî. Yek jê Rêya Hevrîşmê bû, ya din jî Rêya Baharatê ye. Karwanên hevrîşmê yên ji Çînê derdiketin rê, di ser Iraq û Kurdistana Bakur re derbasî Rojava dibûn.

Rêya duyemîn jî karwanên ji Hindistanê derdiketin rê, di ser Iraq û Sûriyê re derbasî Deryaya Spî dibûn. Îro di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev du rê hene.

Dixwazin van du rêyên bazirganiyê bi dest bixin. Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi israr got “Em destûr nadin korîdora Kurdan bê avakirin." Eslê vê hevokê; bi kurdasî gotin ‘em dê Kurdan û gelên li vê herêmê ji vê warê dîrokî derxin.’

Rêya M4 a navneteweyî di sala 1950’an de hat avakirin. Di salên 1980’an de Sûriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Deryaya Spî ve girê da. Bû pira aboriyê. Rêya M4'an, ji sînorê Iraqê, Til Koçer-Yarubiya dest pê dike, di bajarê Qamişlo re derbas dibe, di ser Hesekê, Dêrazor û Til Temirê re derbas dibe. Ji Til Temirê derbasî Eyn Îsa, Minbic û Helebê dibe.

Dîsa ji Helebê derbasî Idlib û Serakipê dibe û bi rêya M5 ya navneteweyî re dibe yek.

Rêya M4 a di ser Serakipê re derbasî Lazikiyê-Deryaya Spî dibe, di heman demê de bi Rêya M5 a ji Hema derbasî Şam, Beyrut û Ammanê dibe jî navendê ava dike.

Beşeke girîng ji sala 2015’an heta niha di kontrola QSD’ê de ye. Di navbera DYA-Rûsya û rejîma Sûriyê de bû xeta sînor.

Bi mutabaqata 30 kîlometre ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dewleta Tirk bi rêya çeteyan dixwaze li ser vê rêyê serweriyê bi pêş bixe. Piştî mutabaqatê, li ser Rêya M4, di navbera çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriyê didê û QSD'ê de pevçûn dijwar bûne.

Pevçûn li herêma Firat, li ser xeta Girê Spî û Eyn Îsa zêde bûne. Li herêma Cizirê jî li ser xeta Til Temirê zêde bûne.

Li ser xeta Eyn Îsa-Girê Spî çeteyên dagirker, êrişên xwe li ser gundên Dibis, Şergirak, Erîşa, û Hoşanê zêde kirine.

Li ser xeta Til Temirê jî êrişên xwe li ser gundên Rihaniyê, Reşidiyê, Til Tewîl, Azizîyê, Qasimiyê, Dirbo, Kinehir, Um El-Kêfê zêde kirine.

Xeyalên neo-Osmanî û Rêya M4

Dewleta Tirk dixwaze li ser Rêya M4 serweriya xwe pêk bîne û armanc dike ku dagirkeriya neo-Osmanî ji nû ve zindî bike. Rejîma Erdogan bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ çeteyên El Nusra/DAIŞ'ê li hev kom kirine. Bi êrişên çeteyên vê komê armanc dike ku rêya dîrokî ya M4 û Helebê dagir bike. Dixwaze bi vê yekê xwe bigihîne xeta Reqa-Dêrazorê û li wir çeteyên nû bi rêxistin bike.

Erdogan ku xeyalên neo-Osmanî dibîne, axa Heleb, Mûsil û Kerkûkê ku di nava sînorê Mîsaqî Millî de dibîne, dixwaze ji nû ve bi dewleta Tirk ve girê bide.

ANHA


Mijarên Din