Çima îsal li Minbicê berhema tirî kêm bû?

Ji ber gelek sedeman îsal li Minbic û gundewarên wê berhema tirî kêm bû. Kêmbûna berhemê bû sedema bihabûnê. Aliyên pêwendîdar diyar kir ku piştevaniya cotkaran û pêdiviyan wan li gorî xwestekên wan pêk tînin.

Baxên tirî li gelek herêmên Sûriyê belav dibin. Her wiha di piraniya hewşên malan de ev cure dar hene, ji ber xweşikbûn û sûdewariya wan. Tirî di çêkirina dims û leçeran da bi kar tê. Li rexê jî alava bazirganiyê ye. Di gelek cureyên axê de şîn dibe, mîna axa herî ya giran, navîn û qûm. Dara tirî şoreya axê tehemûl dike û di axa kels de jî dibe. Piraniya wê bejî tê çandin.

Di Sûriyê de, gelek cureyên mêweyên Sûriyê bi cureyên cîhanî re hatin aşlekirin. Mîna Kidai de Berriot a Fransa, Eforzelî ya Tirkiyê, Bolqar û Elb a Roma. Li gorî lêkolînan koka van giştî jî ji Sûriyê ne.

Minbic û gundewarên wê, bi mêweyên temendirêj navdar e. Li gorî cureyên mêweyan, hin jê heta 50 salan dirêj dike û hinên din jî heta 15 salan şîn dibin.

Cureyên herî zêde li Minbic û gundewarên wê belav bûne, tiriyê beledî, hilwanî, şamî ya spî, şamî ya sor, tiriyê xemlê, tiriyê reş. Tiriyê hilwanî ya herî zêde belav bûye. Her wiha nêzî ji sedî 30 berhemê dide.

Li her hektarekê nêzî 400 mêw tên çandin. Rêjeya berhemê ya her mêwekê 6 kg ye. Ji meha Tîrmehê heta Cotmehê dest bi çinîna tirî dibe. Lê çinîna pelên wê yên ku ji bo xwarinê tên bikaranîn, di biharê de dest pê dibe.

Li gorî saziya çandiniyê, hejmara zeviyên tirî yên ruxsetkirî li Minbicê, nêzî 500 hektar bûn.

Berhema tirî li herêmê kêm bû, gelo sedema wê çi ye?

Di salên berê de, berhema tiriyê Minbicê digaşt nêzî hezar û 200 tonan. Lê belê berhema îsal nêzî 500 ton bû. Sedema wê jî rewşên hewayê ne. Bi wê re jî gelek nexweşî belav bûn. Her wiha jî, cotkran bi sedema qezenckirina firotina pelên mêweyan di biharê de, hişt ku berhem kêm bibe.

Tiriyê Minbicê, li sûkên Reqa, Hesekê, Tebqa, Qamişlo û hin herêmên dîtir ên Sûriyê dihat firotin. Lê îsal firotin û bi sedema berhema kêm, li derveyî Minbicê nehat firotin.

Îsal bihayê tirî di navbera 150 heta 450 lîreyên Sûriyê de bû. Cureya herî ku tê firotin, şamî ya spî ye. Bihaya wê 400 lîre ye. Ev biha jî nêzî bihayê sala borî ye. Di 2018’an de biha di navbera 100 heta 350 lîre de bû. Lê cotkaran got ev zêdebûna biha ya hindik, bi sedema tunebûna berhemê ye.

Di vê çarçoveyê de, rêveberê Saziya Çandiniyê ya Minbic û Gundewarên Wê Cemîl Mihemed wiha ji ajansa ANHA’yê re daxuyand: "Mêwe zû dibe. Ew jî ji darên pir ên li bajêr û gundewarên wê ji kevn de belav bûne, çi mêw an jî çi asme dibe."

Mihemed got Saziya Çandiniyê cotkaran ku meywan diçînin, piştevaniya wan bi mazotê bi miqdara 35 lître ji her donimekî re dikin. Ew jî li ser 4 beşan di havînê de pêk tê. Her wiha piştevaniya bi semad û dermanên kurmikan jî dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din