‘Civaka navdewletî berpirsê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ye’

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo diyar kirin ku  berpirsê xeteriya tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê civaka navdewletî ye.

Çalakiyên grevên birçîbûnê di serî de li girtîgehên Tirkiyê, Başûrê Kurdistan û Ewrupayê didomin. Jiyana gelek çalakgeran di xeteriyê de ye.

Şêniyên navçeya Tirrbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina bêdengiya civaka navdewletî ji bo rewşa çalakgeran û rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kirin ku bêdeng nemînin û bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabin.

Xwepêşandêr li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên Rêber Apo û berxwedêr Leyla Guven rakirin, her wiha pankartên bi nivîsên ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê rêya serkeftin û azadiyê bidomînin’  hildan. Girse ber bi kolana rojhilat ve meşiyan û li ber çerxerêya Azadî ya  li bakurê navçeyê rawestiyan.

Şêniyên ku tevlî meşê bûn ji ajansa me re axivîn. Şêniya bi navê Behiya Xalid got: “Em îro daketin qadan da em piştgiriya xwe ji berxwedana di zindanan de nîşan bidin. Em ê heta rakirina tecrîdê têbikoşin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku berpirsiyariya xwe ya ji bo rewşa çalakgeran rakin.”

Şêniya bi navê Necmê Îbrahîm El-Deail jî got: “Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya berxwedêr Leyla Guven dikin. Civaka navdewletî berpirsê rewşa çalakgerên birçîbûnê ye.”

Şêniyê bi navê Mihend Hebîb jî diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya dijî mafên gelên Rojhilata Navîn berde û tecrîda ser Ocalan bi dawî bike.

Şêniy bi navê Evîn Mihemd jî got: “Em wek pêkhateyên Tirbespiyê piştgiriyê didin çalakgerên greva birçîbûnê.”

Meş bi druşmên silavkirina berxwedana grevên birçîbûn bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din