Civîna damezrîner a Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê hate lidarxistin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê civîna xwe ya damezrîner li dar xist.

Saziyên Civaka Sivîl ên Reqayê civîna xwe ya damezrîner li dar xist. Endamên yekitiyên rewşenbîr, endizyar, cotkar, karker, Odeya Pîşesaz, parêzer, hemşîre û siyasetmedarên herêmê beşdarî civînê bûn.

Civîn li navenda çand û hunerê hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Endama rêveber a saziyên civaka sivîl Necah Xelîfe axivî û got: "Gava yekem a avakirina civakeke demokratîk li ser esasê çand û exlaq, pirrengî, ne navendî ye pêkan e."

Endama Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî nirxand, îşaret bi rewşa Idlibê û siyasetên Tirkiyê yên li herêmê kir û got: "Em bi erka avakirina pergaleke civakî ji damezirandina saziyên civaka sivîl û xweser destpê dike."

Hesen Mihemed Elî bi domdarî got: "Di vê kêliya dîrokî de dema pergalên desthilatdar hildiweşin em bi avakirina sîstemek nû destpê dikin ku derfet bide hemû gelan da ku çarenûsa xwe diyar bikin. Bi hevgirtina gel palanên derve yên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî herêmê têk dikin. Li aliyekî din divê em ji şandeyên terorîst ên ku ewlehiya herêmê dikin hedef, hişyar bikin."

Piştî axaftinan endamê rêveber ê Saziyên Civaka Sivîl Cabir Hesen rêziknameya rêxistinên civaka sivîl xwend. Beşdaran rêziknameyê nîqaşkirin, piştî hin guhertinan li gorî piraniya dengan hate erêkirin.

ANHA


Mijarên Din