Civîna KNK`ê bi biryara lidarxistina konferansê bi dawî bû

Partî, komên siyasî û civakî yên însiyatîfa Kongreyê Niştimanî ya Kudistanî-Rojava(KNK-Rojava) civîna xwe bi biryara lidarxistina kongreyê yekrêziya kurdî, avakirina komîteya amadekar û erêkirina reşnivîsa rejîmê ya hundirîn a ku ji konferansê re were pêşniyarkirin bi dawî kirin.

Piştî diyalogên partî û koma însiyatîfa KNK`ê yên hûrbînî, ku ji çapemeniyê re gitîbû, berdevkê Komîteya diyalog û Şêwirên bi partî û rêxistinên kurdî re Dîlawer Zenkî piştî civînê ji  civîna çapemeniyê re hûrgiliyên civînê kifş kir û destnîşan kir ku civîn bi armaca yekrêziya qada siyasî ya kurdî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewlana avakirina wê tê kirin, hate lidarxistin .

Dîlawer Zenkî diyar kir ku biryara lidarxistina konferansekî di nava mehekê de hate dayîn, her wiha komîteya amadekar ji 8 endaman hate çêkirin û wiha anî ziman:"Di heman demê de rêziknameya hundirîn û belgeya siyasî ku dê di konferansê de were pêşniyarkirin, hatin  gotobêjkirin."

Dîlawer bi bîr xist ku partî û komên kongreyê bal kişand ser girîngiya komîteya diplomatîk di berdewamiya têkiliyên bi partiyên kurdî û yên din re, ji wan (ENKS), Partiya Demokratîk a Kurdisatnî( PDK)  û Patiya Pêşverû ne, her wiha yekrêziya kurdî şîrove kirin.

Di çarçoveya yekrêziya kurdî de partî û komên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna KNK`ê de, însiyatîfa komîteya KNK`ê gotobêj kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din