Civîna salane ya Meclisa Kantona Qamişl vê sibehê li hola navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimîlan destpê kir. 400 endamên meclisên nave, bajar û bajarokên kantona Qamişlo di civînê de amade bûn.
Civîn bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Foza Yûsif rewşa siyasî û aborî li ser asta Sûriyê nirxand.
Piştre rapora salane 2019‘an a Meclisa Kantona Qamişlo, raporên her komîteyek meclisê "Jin, aborî, tenduristî, şaredarî, edalet û lihevanîn, perwerde, çand û karûbarên civakî, şopandin û ciwanan" hatin xwendin.
Beşdaran nirxandinên xwe li ser raporê anîn ziman, kêmasiyên ku di xebatên her komîteyekê de derketin û rêbazên derbaskirin nîqaş kirin. Her wiha pêşniyarê xwe anîn ziman ku wekî plansaziya sala nû were diyarkirin.
Di dawiya civînê de plansaziya sala nû hate diyarkirin. Ji wan:
Aktîvkirina komînan û peydakirina pêwîstiyên wê.
Meclis û komîteyên wê ji nûve werin sazkirin.
Aktîvkirina mekanîzmeya kar di navbera komîteyên kantonê û komîteyên navçe û bajarokan, kesên li gorî vê sîstemê tevnegerin wê hesab ji wan were xwestin.
Destekdayîna şaredariyan bi rêya peydakirina xebatkarên hunerî yên guncaw û alavên pêwîstî û agirkujê ku li gorî hêviyên gel be.
Elaqeyeke mezin bi dibistanan re were kirin û li ser pirsgirêkên wê werin sekinandin.
Piştî civîn bi dawî bû, beşdaran bi navê Meclisa Kantona Qamişlo daxuyanya şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a li ser Şenglê û şehîdxistina şervan û fermandarê YBŞ‘ê dan.
ANHA