Civîna parlamentoyên welatên cîranên Iraqê hat lidarxistin

Îro li paytexta Iraqê Bexdayê, civîna lûtkeya parlamentoyên welatên cîranên Iraqê bi navnîşana 'Iraq, aramî û pêşkeftin' hate lidarxistin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî pêşengiya lûtkeyê kir. Serokên parlamentoyên Erebistana Siûdî, Kuwêt, Urdun, Sûriye û Tirkiyeyê beşdar bûn. Lê Serokê Parlamentoya Îranê ji ber sedema mijûlbûnê beşdar nebû. Li şûna xwe nûner şand. Her wiha di civînê de Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî amade bû.

Ev yekem carb û ku civînek bi beşdarbûna serokên parlamentoyên welatên cîranên Iraqê, li Bexda yê hate li darxistin. Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaz kiribû ku civînek bi vî awayî li gel welatên cîran were darxistin.

Di saetên êvarê de civîn bi dawî bû, di dawiya civînê de encamnameya hevbeş bi raya giştî re hate belav kirin.

Di encamnameya civînê de hate gotin ku divê piştgirî ji bo aramiya Iraqê, parastina yekparçeyiya Iraqê, parastina pêkhateyên civakê were dayîn.

Her wiha hate gotin ku piştî  serkeftina hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ'ê, aramiya Iraqê di heman demê de aramiye ji bo welatên cîranê jî ye.

Di beşekî din ya encamnameyê de tê gotin ku divê di proseya avakirina cih û herêmên xirabûne de piştgiriya  Iraqê were kirin. Her wiha divê ji bo perwerde, tendirustî, teknolojî û bazirganiyê derfet werin peydakirin û piştgirî were kirin.


Mijarên Din