Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destpê kir

Beriya çend kêliyan li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser li Reqayê civîna salane ya dueymîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Îro, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nirxandina xebatên xwe û destkeftiyên ku sala par bi dest xistine û danîna plan û projeyên sala 2021`an, civîna xwe ya salane ya duyemîn li dar dixe.

Civîn niha li hola civînana a Rêveberiya Xweser li Reqayê tê lidarxistin. Desteya Serokatiyê ya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên rêveberiyên xweser û rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên dest û nivîsgehên Rêveberiya Xweser, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, beşdarî civînê bûne.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş axaftina destpêkê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Ebid Hamid El-Mehbaş di axaftina xwe de wiha got: "Di sala 2020`an de gelek bûyer qewimîn. Di weke van rojan dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir. Korona jî ku li herêmê belav bû, lê me ew xiste bin serweriya xwe de."

Di dawiyê de El-Mehbaş ev tişt got: "Bi saya îrade hemûyan em gihaştin vê qonaxê, lê hîn gelek pêngav li pêşiya me hene divê em wan jî derbas bikin."

Tê payîn ku rewşa siyasî li herêmê were nîqaşkirin, xebat û destkeftiyên Rêveberiya Xweser di sala 2020`an de, zehmetiyên ku rastî saziyên Rêveberiya Xweser tên werin nirxandin her wiha pêşniyar, nirxandina xebatên sala derbasbûyî û projeyên xebatê 2021`an were dayîn.

Civîn didome..

(cx-bx)

ANHA


Mijarên Din