Civîna şandeya Siwêdê û Daîreya Têkiliyên Derve bi dawî bû

Civîna şandeya Siwêdê û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kongreyeke çapemeniyê bi dawî bû.

Beriya çend kêliyan Civîna di navbera  şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kongreyeke çapemeniyê li avahiya daîreyê ya li bajarê Qamişloyê bi dawî bû. Her du aliyan mijarên ku di civînê de gotûbêj kirin, eşkere kirin.

Şandeyeke payebilind a Wezarteta Derve ya Siwêdê îro di dergeha Sêmalkayê re gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeya Siwêdê ji nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Siwêdê Bîr Ornius, berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan a Wezareta Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, pêk tê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer di kongreya çapemeniyê de, spasiya şandeya Siwêdê kir, ji ber helwesta wê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhiklatê Sûriyê.

Omer got: "Me ji şandeyê re behsa binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovên li herêmên dagirkirî, guhertina demografî ya ku Tirkiyê û çeteyên wê li Sûriyê pêk tînin, her wiha koçberiya bi zorê kirin. Me mijara zehmetiyên ji ber dorpêça ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û girtina deriyên sînor, bi taybet deriyê sînor ê Til Koçerê gotûbêj kirin."

Omer bi domdarî got: "Me bandoriya neynî ya cezayên qanûna Qeyser a Amerîkayê li ser herêmê nîqaş kir. Me destnîşan kir ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê bandoreke neyinî mezin li rewşa koçberên di kampê Rêveberiya Xweser de dike. Me diyar kir ku pêwîste ku alîkarî bi rêya Rêveberiya Xweser, ne bi rêya hikumeta Şamê derbasî herêmê bibin.

Bi navê şandeya Siwêdê, nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Siwêdê Bîr Ornius jî got: "Ez kêfxweş im ku hatime herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev serdana min a duyemîn ji bo herêmê ye. Serdana min a yekemîn beriya salekê bû ji bo rewşa herêmê û alîkariyên ku hikmeta me pêşkêş dike bişopînim."

ANHA


Mijarên Din