‘Civînên Astanayê krîza Sûriyê bi girêktir kir’

Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî Mûna Xelef got civînên Astanayê ji bilî wêrankirin û koçberkirin tiştek ji gelê Sûriyê re pêk neanî û diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên sûrî-sûrî pêkan e.

Di vê dawiyê de civîna Astanayê ya 15’emîn li dar ket, ew civîn di encama binketina komîteya destûrê ya ku meha borî li dar ketiye de hat lidarxistin. Komîteya behsa mijarê binketina xwe ragihand ku nikarî destûreke nû ji Sûriyê re binivisîne.

Rêveçûna Astanayê di 2017’an de di navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de dest pê kir. Her wiha parçeyekî mezin ji gelê Sûriyê ku mafên çarenûsa wan heye, di civînên Astanayê de tune ye.

Rêveçûna Astanayê di bin navê xebata siyasî de li dar dikeve, lê belê ev rêveçûn formekî leşkerî girtiye. Ji ber ku ji destpêkê ve û heta niha sînorên leşkerî ji aliyên binakok ên li welat re nexşe dike. Ji lew re ev rêveçûn, rêveçûna leşkerî ye û daxwazên gelê Sûriyê esas nagire.

 ‘TEVAHÎ DOSYAYÊN ASTANAYÊ BI BIN KETIN’

Der barê vê yekê de, Berprisa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî Mûna Xelef wiha got: "Gelek dosya li ser maseya civînên Astanayê hatin nîqaşkirin, di nav de herêma bêçek, agirbesta di navbera aliyên dijber ên li Idlibê de hebû.  Ev yek ji armancên lidarxistina van civînan bû. Her wiha dosyaya koçberan û rêxistinên mirovî jî hatin nîqaşkirin, lê belê tevahî bi bin ketin."

Mûna Xelef wiha domand: "Ji encamên Astanayê êrişa li ser Rêveberiya Xweser e. Em encamnameyên Astanayê şermezar dikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser, rêveberiya demokratîk e ku projeya nîştimanî ya sûrî dihewîne, mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û beşdarî rêveberiyan dike. Ji ber ew li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin."

Mûna Xelef wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev hêz naxwazin ku ev proje li herêmê bi ser keve. Ji ber ku armancên wan parçekirin û diyarkirina cihên serweriyê li xaka Sûriyê ye, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi berhemên xwe dewlemend in."

 ‘CIVÎNÊN ASTANAYÊ JI BILÎ WÊRANKIRIN Û KOÇBERKIRINÊ, JI GELÊ SÛRIYÊ RE TIŞTEK NEANÎ’

Mûna Xelef diyar kir ku van civînan ji bilî wêrankirin, talankirin û koçberkirinê tiştek ji gelê Sûriyê re pêk neanî. Ev yek jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û tişta li Idlibê jî dibe, nîşaneya eşkere ya encamên van civînan e ku nikarin erkên xwe bi cih bînin an jî van binpêkirinên li van herêman rawestînin.

Mûna Xelef wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Em wek Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî ji destpêka krîza Sûriyê ve dibînin ku çareserkirina krîza Sûriyê ji bilî rêya diyaloga sûrî-sûrî ne pêkan e ku pêk were û em jî bi aktîfkirina vê diyalogê re ne. Divê tevahî alî li ser maseyekê bicivin, da ku biryarên erênî ji bo tevahî gelê Sûriyê bidin û pişta xwe nedin civînên derve."

(fr)

ANHA


Mijarên Din