Ciwan ji bo Ocalan li ser piyan in

Li Kobanê, Dêrik û Tirbespiyê ji bo bi lez agahî li ser rewşa Rêber Ocalan bigirin meşên bi meşeleyan hatin lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina şewata li girava Îmraliyê hate derxistin û ji bo agahî ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku li giravê girtî ye were girtin meşek bi meşeleyan lidar xist.

Kobanê

Tevlî bi dehan şêniyan bi sedan ciwanên bajarê Kobanê tev li meşê bûn.

Girse ku porsterên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn, ji ber navenda Şaredariya Gel a li ser rêya Cerablusê dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke de girayan.

Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya, li vir deqeyek rêz hate girtin. Piştre hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Dilê Berkel axivî, diyar kir ku ku şewata li girava Îmraliyê hate derxistin yek ji komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, ku tinekirina ramanê azad û jiyana hevbeş û avakirina civakeke exlaq û demokratîk dike hedef.

Dilê soza şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Ciwanên şoreşger fedayî Rêber Abdullah Ocalan in."

DÊRIK

Bi heman armancê bi sedan ciwanên bajarê Dêrikê ji ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer dest bi meşê kirin. Ciwanan meşele û posterên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn heta qada Azadî meşiya. Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin berzkirin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ciwanên şoreşger bi meşeke meşeleyî tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin û bang kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan were eşkerekirin. Ciwanan diyar kirin ku heta agahiyek ji Ocalan negirin ew ê ji qadan neçin.

Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a rojavayê navçeyê ber bi deriyê ketina navçeyê yê rojava ve destpê kir. Ciwanan posterên Rêber Abdullah Ocalan û meşele hilda bûn û dirûşmeyên "Bijî serok Apo" qîr kirin.

Meş li deriyê têketina navçeyê rawestiya. Ciwanan li vir deqeyek rêz girtin. Piştre endama Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê Nesrîn Hesen axivî, diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelê azadîxwaz bişkîne û tecîrda li ser Rêber Ocalan yek ji van rêbazan e.

Nesrîn got: "Wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger ew ê di nava çalakiyan de bin heta agahiyekê der barê rewşa  tenduristî ya Rêber Ocalan bigirin."

ANHA


Mijarên Din