Ciwan: Têkoşîn û berxwedana me li dijî dagirkeriyê berdewam e

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Minbicê û gundewarên wê di bîranîna salvegera 3'yemîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Efrînê daxuyaniyek da û û piştrast kirin ku tekoşîn û berxwedana wan li dijî hemû curyên dagirkeriyê berdewam e.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û meclisa Jinan li bajarê Minbicê û gundewarên wê li stada Beledî ya li navenda bajêr hate xwendin.

Endama Rêveberiya Meclisa Jinên Ciwan xeta navçeya Ebû Qelqel Xedîce El-Hac Elî daxuyanî xwend û got:" Ev 3 sal in dagirkeriya Osmanî sûcên hovane koçberkirin, destdirêjkirin, tundî û îşkenceyên di zîndanan, guhartinên demografî û tirkkirina li dijî gelê Efrînê pêk tîne."

Xedîce El-Hac Elî wiha domand:" Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger îro li vê derê ne da ku têkoşîn û berxwedana xwe ya domdar a li dijî tevahî dagirkeriyan û bi taybet dagirkeriya Tirk piştrast bikin."

Xedîce anî ziman ku ew wekî ciwan soz didin ku dê bajarê Efrînê ji dagirkeriya ku mafên mirovan bin pê dike bi taybet mafên jin û zarokan, vegerînin.

)dm-dx)

ANHA


Mijarên Din