Ciwanan li ber konsolxaneya dewleta Tirk salvegera PKK’ê pîroz kir

Li Silêmaniyê li ber konsolxaneya dewleta Tirk ciwanan salvegera damezirandina PKK’ê ya 43’yemîn pîroz kir.

Pîrozbahiyên bi boneya 43’yemîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Kurdistan, Ewropa û seranserê cîhanê dewam dikin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ciwanên Silêmaniyê li ber konsolxaneya dewleta Tirk a dagirker kom bûn, agir pê xistin û salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. Ciwanan alên PKK’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmên ‘Bijî PKK’ berz kirin.


Mijarên Din