Ciwanekî filistînî 2 welatiyên Îsraîlê birîndar kirin

Ciwanekî filistînî 2 welatiyên Îsraîlê li rojhilatê bajarê Qelqîliyê yê bakurê Dufa El-Xerbiyê bi kêrê birîndar kirin û rewşa wan giran e. Her wiha topavêjin artêşa Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên ser sînorê Xezayê kirin armanc.

Nûçegihanê me yê Xezayê agahiyên xwe spartin çapemeniya Îsraîlê û got ciwanekî filistînî berî ku were girtin, bi kêrê 2 welatiyên Îsraîlê li rojhilatê bajarê Qelqeliyê birîndar kirin û niha rewşa wan giran e.

Çapemeniya Îsaîlê bi bîr xist ku hêzên leşkerî yên Îsraîlê ber bi devera bûyerê ve çûn.

Di heman demê de nûçegihanê me ragihand ku topavêjên artêşa Îsraîlê hejmarek ji nuqteyên Filistînê yên li ser sînorê Xezayê kirin armanc, paşê artêşê ragihand ku bi piştî çend kêliyan, firokeyan ji Xezayê avêtin ber bi kampên leşkeran.

Her wiha hate zanîn ku di encama topbarana Îsraîlê de birîndar çênebûne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din