Ji bo piştgiriya gerîla û şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma “Li dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê”, çalakiyek li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Amûdê li daxist.
Bi sedan şêniyên navçeyê, nûnerên partiyan û Desteya Çand û Huner û Kongra Star tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de, endamê tevgerê Rûdî Riyad Hesen axivî û berxwedana destanî ya gerîla li çiyayên Kurdistanê li hember dagirkeriya Tirk û PDK`ê nîşan dide, silav kir.
Paşê hunermendan; Danîş Botan, Baran Dilbihar û Koma Cûdî ya ji Dêrikê stranên şoreşgerî gotin.
(şx)
ANHA