Ciwanên Bakurê Sûriyê: Em ê xaka xwe biparêzin

Ciwanên Bakurê Sûriyê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê dan û gotin ku ew xaka xwe ji her êrîşan biparêzin.

Ciwanên Bakurê Sûriyê yên beşdarî maşa li bajarê Girê Spî ya herêma Firatê ya li dijî gefên Tirkiyê hatibû lidarxistin bibûn ji ANHA‘yê diyar kirin ku ew gefên Tirkiyê red dikin û rê nadin Tirkiyê ku derbasî xaka wan bibe û gel tine bike.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê Miwefeq El-Ehmed got: "Em ji herêma Cizîrê hatine da ku ji gelê xwe yê li Girê Spî re bêjin ku em di her mercan de bi we re ne. Em ewlehiya netewî ya Tirkiyê tehdîd nakin. Wekî gelên herêmê ji hemû pêkhateyan em hevgirtî ne û tadeyê li ti kesî nakin, lê yên ziyan bide me em ê li hemberî wan bisekinin."

Miwefeq El-Ehmed anî ziman ku şêniyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê li şûna cîhanê şerê terora DAIŞ‘ê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li vir da ku xak, çand û pîrozgehên xwe biparêzin. Em bihustek xaka xwe berandin, berdêl çi be û merc çawa be wê Girê Spî nebe korîdora xeyalên Erdogan a vejandina desthildariya Osmaniya nû."

Girêdayî heman mijarê endama rêxistina ciwanan a Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Rojîn Mihemed jî destnîşan kir ku ew ji herêma Cizîrê hatine Girê Spî da ku piştevaniyê bikin û ev tişt got: "Em ciwan ji şêniyên Girê Spî re dibêjin ku em bi her rewşê de bi we re ne, her êrîşek li ser Girê Spî êrîş li ser tevahî Bakurê Sûriyê ye."

Rojîn diyar kir ku ew amade ne li dijî her êrîşên li ser herêmê bisekinin û got: "Em pêkhateyên herêmê ji çemên Dîcle heta Firatê yek in. Em ê xaka xwe û destkeftiyên wê ji her xeteriyan biparêzin."

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê Mihemed Ehmê anî ziman ku ew rê nadin Tirkiyê ku koorîdora qirkirinê li Bakurê Sûriyê ava bikin û got: "Were xwestin em ê li hemberî dijminatiya Tirkiyê ya li ser sînor bibin leşker."

Ji ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Medya Mihemed, diyar kir ku ew ji Kobanê hatiye û li dijî gefxwarinên Tirkiyê bi şêniyên Girê Spî re ye. Medya peyamek ji Tirkiyê re şand "Em ji Tirkiyê re dibêjin siyaset û gefên te me natirsîne."

ANHA


Mijarên Din