Ciwanên Çilaxa bi meşekê kesên sûcan li dijî jinan dikin şermezar kirin

Îro, Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Çilaxa meşeke şermezarkirinê li hember sûca ku li dijî dayika 4 zarokên navçeya Çilaxa pêk hatiye, li dar xist û piştrast kir ku ew der barê van sûcên li dijî jinan pêk tên bê deng namînin, heta sûcdar tên muhasebekirin û sînorek ji wan sûcan re tên danîn.

Bi dehan ciwanên xort û keç ên Çilaxa li gundê Dêrna Axî kom bûn û wêneyên keça ku bi destê bavê hevjînê xwe hatiye kuştin, alên Kongreya Star û pankartên "Qetilkirina jinan û zarokan qetilkirina jiyanê ye" hildan.

Meş ji naverasta gund ve dest pê kir û li tevahî kolanên giştî gerî, di gel wê jî diruşmên şermezarkirina sûca li dijî jinan û banga hesabxwestina sûcdaran hatin hildan.

Meş ji pêş avahiya şaredariyê vegerî mîtîngê, piştre endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Çilaxa Nêrmîn Ehmed axivî û sûca ku welatiyê ji Çilaxa li dijî hevjîna kurdê xwe kiriye şermezar kir û destnîşan kir ku jin ne ji bo destdirêjî lê were kirin hatiye dinyayê, lê belê hatiye , da ku civaka bi rê ve bibe.

Nêrmîn Ehmed wiha got: "Jinan destkeftiyên mezin pêk anîn û bê pêşeng û mêr re di aliyên leşkerî, siyasî û civakî de  û ewlehiya herêmê pêk anî."

Li aliyekî din jî Viyan Şemo bi navê Yekitiya Jinên Ciwan da zanîn ku dewletên desthilat hîna jî hewl didin vîna jinan têk bibin û bi rêya hin çînan û sûcên li dijî jinan tevliheviyê di nava civakê de, çêkin.

Viyan Şemo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em der barê sûcên li dijî jinan de bê deng namînin heta ku sûcdar werin muhasebekirin û sînorek ji van sûcan re deynin."

Meş bi diruşmên şermezarkirina sûcên li dijî jinan û banga azadiya jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din