Ciwanên Dirbêsiyê: Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê helwest nîşanî Tirkiyê bike

Ciwanên Dirbêsiyê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin hikûmeta Başûr bi bêdengiya xwe şirîkê Tirkiyê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û di nava bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê rojane êrîşan li ser herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ciwanên navçeya Dirbêsiyê girêdayî kantona Hesekê anîn ziman ku armanca Tirkiyê qirkirina gelê Kurd e.

Jina ciwan Jiyan Hemo destnîşan kir ku Tirkiyê ji berê ve bi hovîtiya xwe tê naskirin, armanca wê koçberkirin, wêrankirina û qirkirina gelan e.

Jiyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Tirkiyê û wiha got: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirin û komkujiyên Tirkiyê îsbat dike ku destek û piştgiriyê dide siyasetên dewleta Tirk."

Ciwanê bi navê Mihemed Cemal bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku sînorekê ji êrîşên dagirkeriya Tirk re deyne û ev tişt anî ziman: "Divê partiyên siyasî ji bo berjewendiyên gel bixebitin, ne ku li pey berjewendiyên şexsî bikevin. Divê yekîtiya Kurdî ava bikin da ku êrîşan rawestînin."

Ciwanê bi navê Sawend Salih jî bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û got: "Hikûmet tenê di berjewendiyên xwe difikre. Tirkiye komkujî û binpêkirinan li ser xaka wê dike û ew jî temaşe dike. Ev dide diyarkirin ku hikûmeta Başûr û Tirkiye şirîk in.”

Sawend Salih bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşan bi yekrêzî bisekinin û teqez kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li kêleka wan bisekinin.

Ciwana bi navê Ahîn Mihemed jî anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê bi çekên giran êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike û wiha got: “Em bang li hikûmeta Başûr dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestan nîşan bide.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din