Ciwanên Dêrazorê: Bi hevgirtina gelên herêmê em ê rêber Ocalan azad bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê di çarçoveya hemleya “Werin cenga azadiyê” de, dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir .

Pirtûkxane li kolanên rojavayê Dêrazorê geriya û li dawiyê li qada Meclisa Herêma Rojava ya bajarokê Kesrayê rawestiya. Li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji aliyê endamê rêveber ê tevgerê, Malik Mihemed ve daxuaniyek hat xwendin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/09/27/133740_khlal-byan-dhmn-faalyat-almktbh-aljwalh-bdyr-alzwr-btkatf-shawb-almntqh-snhrr-alqaed-abdallh-awjlan-28729.jpg

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev hemle bi pêşengiya ciwanên şoreşger û jinên ciwan dest pê kir, ku armanc jê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rawestandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wî ye.

Di daxuyaniyê de ciwanên şoreşger ên Dêrazorê soza tolhildana şehîdan û meşa li ser şopa wan û rêber Ocalan heta pêkanîna serkeftinê, dan.

Çalakiyên roja yekemîn a Pirtûkxaneya Gerok bi pêşandana pirtûkên rêber Ocalan û belavkirina belavokên li ser fikrê wî bi dawî bûn.

(mh)

ANHA


Mijarên Din