Ciwanên Dêrazorê piştgirî dan Leyla Guven

Ciwanên  Dêrazorê ji bo piştgirdayîna bi partlamantera HDP‘ê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan ji beriya 3 mehan ve di greva birçîbûnê de ye, li bajaroka Kisrayê çalakiya kon da destpêkirin.

DÊRAZOR

Çalakiyên bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpêkirin roj bi roj zêde dibin.

Îro bi pêşengtiya ciwanên şoreşger ên Dêrazorê li bajarokê Kisrayê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê konê çalakiyê hat vedan.

Kon bi wêneyên Leyla Guven, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên bi nivîsên "Ji destwerdana dagirkeriyê Tirkiyê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê re na", "Jinên Dêrazorê piştgiriya Leyla Guven dikin" û "Ciwanê Dêrazorê wê gora Erdogan bikolin wekî çawa gora çetayan kolandin" hatibû ximilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclisa Jin a gundewarê Dêrazorê û endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê beşdar bûn.

Çalakî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê ji rêveberên ciwanên Dêrazorê Hemad El-Xalid, rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Xufran Abdullah, Meclisa Ciwanên Dêrazorê Leyla Mihêsin, Rêvebera Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehrezad El-Casim axivîn.

Di axaftinan de, hate gotin ku pêwîste gel bi hemû pêkhateyên xwe piştgiriyê bidin Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê û siyasetên dewleta Tirk teşhîr bikin.

Her wiha bang li dewleta Tirk û çeeyên wê hate kirin ku ji herêmên Sûriyê yên ku dagirkirina vekişin.

ANHA


Mijarên Din