Ciwanên Efrînê: Divê ciwan xwe ji şerê taybet biparêzin

Ciwanên Efrînê yên li herêmên Şehbayê dimînin bal kişand ser girîngiya xurtkirina tevgera rêxistinî ya ciwanan û got divê ciwan xwe ji şerê taybet biparêzin.

Têkildarî şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî ciwanên herêmê dimeşîne, ciwanên Efrînê yên li herêmên Şehbayê dimînin, diyar kir ku divê ciwan ji şerê taybet ê ku dewleta Tirk dide meşandin, şiyar bin û ji bo sekinandina êrişên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc, divê yekitiya xwe ava bikin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Ferîda Nasan got dewletên desthilatdar di pêvajoya salên derbasbûyî de hewldana xerabkirina hevgirtina civakî ya herêmê dikir, lewma qetilkirin, tirs û dagirkerî bi pêş xistin, nexasim ku di demên dawîn de siyaseta şerê taybet dan meşandin.

Ferîda Nasan destnîşan kir ku îdeolojiya şerê taybet ji mêj ve ye, dewletên serdest bi rêya belavkirina fikr û şêwazên ku binesaziya civakê dikin armanc, destwerdana civakê bikin, li gel vê dewleta Tirk bi gelek rêyan hewldana şikandina vîna gelê herêmê dike.

Ferîda Nasan diyar kir ku vîn û hêza gelan yekser dikeve ser milê ciwanan û jinan, lewma dewletên serdest dixwazin hêz û vîna ciwan û jinan bi şêwazên cuda lawaz bikin û tevgera birêxistinkirina civakê asteng bikin.

Ferîda Nasan di dawiya axaftina xwe got divê civak birêxistinkirina xwe xurt bike, nexasim ciwan û jin, da ku hemû siyaset û êrişên li dijî gelên herêmê tên meşandin, têk bibin, çi siyasetên leşkerî bin û çi jî siyasî.

Ciwanê bi navê Doxan Hiso li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dimîne û destnîşan kir ku artêşa Tirk ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve hewl dide ciwanan bike armanc û wan dûrî şoreşa wan bixe, lewma dewleta Tirk û dewletên  heman siyasetê didin meşandin , ji van rêbazan firotina madeyên hişbirê û li tevahiya herêman fihûşê belav dikin.

Doxan Hiso bang li ciwanên ku ji siyaseta artêşa Tirk bi bandor bûne, kir ku li xwe vegerin, di nava civakê de xwe bi rêxistin bikin û ji bo doza gelên xwe tê bikoşin.

Ciwana bi navê Mîdya Ebdo jî li Kampa Berxwedan dimîne û got divê jinên ciwan xetereya şerê taybet bizanin, ji ber ku dewleta Tirk li dijî jinan dide meşandin û bi rêya dûrxistina ciwanan ji exlaq û çand û rêgezên wan şerê taybet dide meşandin, lewma divê hîn zêdetir bi rêya perwerdeyan xwe bi rêxistin bikin û bi hemleyên hişyarkirinê rabin.

(eh(

ANHA


Mijarên Din