Ciwanên Efrînê kompleya li dijî Şengalê şermezar kir

Bi dehan ciwanên şoreşger ên herêma Efrînê yên li Şehbayê dimînin, peymana hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê bi xwepêşandanekê red kir. Ciwanan  diyar kir ku ev peyman berdewama îxaneta PDK’ê li dijî doza Kurd e.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê xwepêşandanek bi armanca şermezarkirina lihekvirin û siyaseta hikumeta Başûrê Kurdistanê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Bi dehan ciwan tev li meşê bûn.

Ciwan li pêşiya Kampa Serdemê ya li navçeya Ehdasê li kantona Şehba kom bûn û wêneyên şehîdên berxwedanê, pankartên bi nivîsên "Hilweşe dijminahî û dagirkeriya Osmanî, ji vîna gelan re serkeftin" û "Bimre îxanet" hildan.

Meşa heta Şaredariya Gel a herêma Efrînê derdora 2 km dom kir, xwepêşendêran di meşê de  diruşmên şermezarkirina peyman û siyaseta PDK’ê û silavkirina berxwedanên Şengal û Efrîn berz kirin.

Li ber şaredariyê, piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Reşîd Efrîn axivî û got: "Em berxwedana şêniyên Şengalê yên ku dijberî peymana îxaneta PDK'ê disekinin silav dikin. Partiya ku îdîa dikir ku ew neteweya kurdî diparêze, siyaseta îxanetê ji salên 90’î ve û heta roja îro didomîne."

Reşîd Efrîn axaftina destnîşan kir ku piştî ku gelê Şengalê bi saya zengên ciwanên wê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, vê carê komployeke din bi rêya lihevkirina di navbera hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de tê plankirin. Armanc jî tunekirina vîna gelê Şengalê ye.

Reşîd Efrîn di dawiyê de piştrast kir ku ciwanên herêma Efrînê vê peymanê red dikin û ji bo rawestandina vê komployê amade ne tevahî erkên ku dikevin ser milên wan pêk bînin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din