Ciwanên Efrînê piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê

Tevgera Ciwanên Demokratîk a herêma Efrînê  ji bo piştgriya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de serkeftina QSD`ê hate pîrozkirin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Demokratîk a herêma Efrînê çalakiyek bi dirûşmeya `Bi giyana çalakgeran em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin` li dar xist.

Çalakî li qada gundê Maratê Mislmiyê yê Kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û ciwanan tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre hevseroka Meclisa Efrînê Şirîn Hesen axivî, serkeftina QSD`ê pîroz kir û anî ziman ku Efrînê bi teqez wê bi serkeve.

Paşê endama Tevgera Ciwanên Demokratîk Reşîd Silêman axivî û got: "Li gelemperiya Bakur û Rojavayê Sûriyê û tevahî Kurdistanê ciwan li hemberî faşîzmaya Tirkiyê li ser piyan in. Em ê piştgiriya xwe bi berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê re bi domînin heta Ocalan azad bibe û herêmên dagirkirî rizgar bibin."

Paşê endama Tevgera Kevana Zêrîn Denîz Mihemed û endamê TEV-Çandê Niyazî Mihemed stranên gelêrî û şoreşgerî gotin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran li ber stranên Koma Amara govend gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din