Ciwanên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîdê meşiyan

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dehan ciwan li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de banga avakirina yekitiya netewî hate kirin.

Ciwanan meşale û pankartên bi nivîsên bi zimanên Kurdî û Erebî; `Bi coşa ciwanan em ê faşîstê tune bikin û rêbertî azad bikin` û alên tevgerê hildan.

Ciwanan di nav kolana sereke de ya navçeyê Fafînê heta dibistana Şehîd Çekdar meşiyan.

Meş li ber dibistanê rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de endama rêveber a tevgerê Ferîde Nasan daxuyaniya tevgerê xwend.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de got: "Tevgera Azadiya Kurdistanê rolek girînd di vê pêvajoyê de dilîze. Yekemîn tevgera ku hewl dide Rojhilata Navîn rizgar bibe. Li ser bingeha fikrê azad û demorkatîk têkoşîna xwe mezin dike û hewl dide azadiyê di zûtirîn dem de pêk bîne."

Her wiha tevgerê di daxuyaniyê de pêwîstiya yekitiya Kurd destnîşan kir û bang li partiyan kir ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tevgerê berdewamkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar û soza şopandina xeta wî û mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şoreşê da.

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dagirkerî û silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bidawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din