Ciwanên El- Kerame banga parastineke navdewletî ji sînorê Sûriyê re kirin

Ciwanên El-Kerame ya rojhilatê Reqayê di daxuyaniyekê de, bang kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya sînorê Sûriyê ji aliyê navdewletî ve were parastin, da ku dagirkerî were rawestandin û hezaran şêniyên koçber bûne vegerin ser mal û milkên xwe.

Bi dehan ciwanên herêma El-Kerame ya Reqayê li peymangeha Ciwanan a gundê Nasiriye ya ser bi El-Kerame kom bûn. Ciwanan di daxuyaniyekê de tekez kirin ku ew ê di çeperên berxwedanê de li kêleka berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk disekin û piştgiriyê gelên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dikin ku bi zorê rastî koçberiyê hatine. Daxuyanî ji aliyê endamê ciwanên herêma El-Keramê Ehmed El-Xelif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ``Erdogan armanc dike serdema kalikên xwe yên Osmanî vegerîne, çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre bikartîne da ku armancên xwe pêkbîne.``

Di daxuyaniyê de ciwanan piştgiriya xwe ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan dan ku di encama şerê qirkirinê ya dewleta Tirk de rastî komkujiyan û derbiderbûnê hatine, her wiha bang kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya sînorê Sûriyê ji aliyê navdewletî ve were parastin, da ku dagirkerî were rawestandin û hezaran şêniyên koçber bûne vegerin ser mal û milkên xwe.

(rr)

ANHA


Mijarên Din