Ciwanên Girê Spî: Serkeftina Efrînê têkçûna tecrîdê ye

Ciwanên Girê Spî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyî lidar xist û piştevanî dan çalakgerên grevên birçîbûnê.

Di çarçoveya çalakiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve têne lidarxistin, îro bi beşdarbûna bi dehan ciwanên kantona Girê Spî çalakiyeke protestoyî li ber çerxerêya Qefes a navenda bajar hat lidarxistin.

Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Serkeftina Efrînê têkçûna tecrîdê ye" vekiribûn.

Di çalakiyê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê endamê tevgerê Ûdey Girê Spî axivî û got: "Çalakiya me ji bo redkirin û şermezarkirina tecrîda li ser Rêber e, di heman demê de ji bo piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê re ye."

Ûdey binpêkirinên dagirkeriy Tirkiyê li ser xaka Sûriyê şermezar şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê li Sûriyê deyne.

Ûdey Girê Spî di dawiya axaftina xwe de soz da ku dê têkoşîna xwe mezin bikin heta herêmên dagirkerî rizgar bikin.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana çalakgeran û banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din