Ciwanên Girkê Legê li dijî êrîşên li ser Başûr daketin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Girkê Legê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku tekane rêya têkbirina siyasetên dagirkeriyê, têkoşîn û berxwedan e.

Duh êvarê bi sedan ciwan û şêniyên navçeya Girkê Legê ya Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û binpêkirinên li ser erdnîgariya Kurdistanê, meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Meşê ji Kolana Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û ber bi rêya kolana bajarokê Rimêlanê ve dewam kir. Meşvanan sloganên "Na ji êrîşan re" û "Bijî berxwedan" berz kirin.

Di meşê de hate tekezkirin ku tekane rêya têkbirina siyasetên dagirkeriyê, rêya berxwedanê ye û meş li dawiya bajarokê Rimêlanê bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din