Ciwanên Helebê: Berxwedana girtîgehan sembola serkeftinê ye

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga xwedîderketina li çalakgerên greva birçîbûnê kir.

Di demekê de ku hikumeta AKP`ê tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê di girtîgehên Tirkiyê de û li derve ji zêdetirî 4 mehan ve didome. Ji aliyekî din ve bertekên civakî û gel li dijî tecrîdê û piştgiriya berxwedana çalakgeran zêde dibin. Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi rêya ajansa me israra xwe ji bo berdewamkirina têkoşînê heya rakirina tecrîdê rave kir.

Ciwanê bi navê Ehmed Elî, tecrîd û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî li hember binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de şermezar kir û got divê rêxistinên mafên mirovan erka xwe bi cih bînin. Elî bang li tevahiya ciwanên taxê, Rojava û cîhanê kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê jî mezin bikin û wiha anî ziman: "Çalakiyên me ji bo azadiya Rêbertî berdewam in."

Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Sîpan Hemo got: "Em bi hemû enerjiya xwe piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bikin ku ji bo rakirina terîda li ser rêber Ocalan li ber xwe didin û em ê ji bo rêberê xwe têkoşînê mezin bikin."

Berxwedana zindanan sembola serkeftinê ye

Ciwanê bi navê Siyamend Hemo berxwedana çalakgeran silav kir û bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rakirina tecrîdê tev bigerin. Hemo wiha domand: "Wek ciwan bi vê vîn û berxwedanê em ê tecrîdê bi dawî bikin û em ê keda xwe li herêmê zêde bikin, ji ber ku berxwedana zindanan sembola serkeftinê ye."

Ciwanê bi navê Menan Hemreşo bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan `Bi ciwantî me dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin` dest bi axaftina xwe kir û got: "Em piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dikin. Em ê heya serkeftinê bi wan re tê bikoşin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din