Ciwanên Helebê bi meşekê tecrîda li dijî Ocalan şermezar kirin

Ciwanên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê bi meşeke meşeleyan tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi dirûşmeya "Bi tolhildana şoreşgerî dagirkeriyê têk bibe û rêbertî azad bike" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûdê meşe bi meşeleyan lidar xist.

Bi sedan endamên tevgerê ji ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kirin. Di meşê de meşele, posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên ciwanan, YPG û YPJ‘ê hatin hildan.

Meş li kolanên sereke geriya, bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin.

Meş li çarxerêya Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya. Piştî deqeya rêgirt Rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Jînda Dilsoz axivî.

Jînda tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Yê ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike û ji bo azadî û aştiyê têdikoşe girtî ye, li dijî wî tecrîdeke girankirî ji aliyê pergalên dîktator û faşîst ve tê meşandin. Lê her çiqas tecrîdê giran bikin fikr û felsefeya Rêbertiyê azad e û di nava gelên herêmê de belav bûye û tê şopandin."

Jînda soz da ku ew ê xeta têkoşînê bidomînin heta Ocalan azad bikin.

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din