Ciwanên Helebê ji bo Ocalan meşiyan

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina tecrîda ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan kirin meşiyan. Dîwana Edalaeta Civakî daxuyaniyek da û banga eşkerekirina tenduristiya Rêber Ocalan kir.

Piştî agahiyên girêdayî pêkhatina şewatekê li girava Imraliyê bi dehan ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşiyan ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin

Meş ji ber Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li beşa Rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Ciwanan wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsa Têkoşîn jiyana me ye û azadiya Serokê armanca me ye hildan.

Ciwanan di nav kolanên sereke de meşiyan heya gihaştin çarxerêya Rêber Ocalan a li beşa Rojhilatê taxê. Piştre meş rawestî û endama rêber a Tevgera Jina Ciwan Bêrîvan Îbiş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tevgerê got armanc ji dîlgirtina Rêber Ocalan û ferzkirina tecrîdê ji 21 salan ve ew e ku Rêber ji gelê wî dûr bixin. Tevgerê diyar kir ku bûyera şewatê ne sudfe ye lê belê dewleta Tirk plan kiriye.

Tevgerê destnîşan kir ku wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê van sûcan bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin. Her wiha bang li eşkerekirina tenduristiya Rêber Ocalan kirin. Hevdîtinên parêzeran  qebûl bikin.

Tevgerê teqez kir ku ew çalakiyên xwe bidomînin heya ku hevdîtinên parêzer bi Rêber Ocalan re pêk werin.

Girêdayî heman mijarê Dîwana Edaleta Civakî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan raya giştî. Hiqûqnas Cemîl Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Hikumeta Tirkiyê ferzkirina girtekên istisnaî li dijî Rêberê neteweyî û têkoşerê siyasî Abdullah Ocalan û siyaseta tecrîdê li dijî wî ji gelek salan ve didomîne. Bi vê yekê mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike. Di nav şertên qedexekirina hevdîtinan de agahiyên rûdana şawetekê li girava Imraliyê hatin belavkirin”

Ger bûyer bizanabûn be yan jî na, hikumeta Tirk berpirsa her xeteriyekê li dijî tenduristiya Rêber Ocalan e. Lewra wek çalakvanên hiqûqî yên Helebê em bang li hikumeta Tirk dikin ku tecrîdê bidawî bikin û destûr bidin serdanên parêzeran û malbatê.

Her wiha em bang li CPT û rêxistina tenduristiyê ya cîhanî û tevahiya rêxistinên hiqûqî kirin ku bi lez mudexele bikin ji bo ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ji bo ku serdan pêk werin û rewşa tenduristiya wî eşkere bibin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din