Ciwanên Helebê tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helebê bi civînekê hate şermezarkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê di çarçoveya pêngava "Serî Hilde" de ya bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civînek li dar xist.

Civîn li avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin. Bi dehan ciwanên taxê û endamên saziyên sivîl di civînê de amade bûn.

Di civînê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Berfîn Elîko tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku pêngava wan a "Serî Hilde" ber dewam e heta Ocalan azad bibe û planên li dijî gelê Kurd têk biçin.

Piştre senevîzyonek li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din