‘Ciwanên herêmê li dijî gefên Tirkiyê mertalên zindî ne‘

Di meşa ciwanên Girê Spî ya li dijî dagirkeriya Tirk de hate gotin ku heger Tirkiyê êrîş bike dê ciwanên herêmê li dijî wê bibin mertal.

Ciwanên kantona Girê Spî li djiî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan. Meşa ji rawestgeha taxa Eyn El-Arûs dest pê kir û li ber çalakiya mertala zindî ya li taxa El-Minbetih rawestiya.

Li wir piştî deqeyeke rêzgirtin Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Adil Şehba axivî û anî ziman ku heger Tirkiyê êrîş bike ciwanên herêmê wê li dijî wê bibin mertal û ji şer re amade ne.

Hevseroka Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbat kirin ku gefên Tirkiyê îradeya wan naşkîne, ji ber ciwan bi rihê xwe yê berxwedêr dikarin êrîşan bibersivînin.

Her wiha cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî axivî û got: "Bi saya ciwanên wê gefên Erdogan û partiya wê ya faşîst bê fêde bin."

El-Ebid got, Sûriyê ya xwediyê wê ye û xwediyê ku Karin wê ji êrîşan biparêze.

Çalakiya mertalên zindî dê sibe jî dewam bike.

 

 


Mijarên Din