Ciwanên herêma Firatê banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir

Ciwanên herêma Firatê banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir û diyar kir ku ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê divê her kes xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.

Dewleta Tirk a dagirker, êriş, gef û siyasetên xwe çewsîner li dijî gelên herêmê  didomîne. Lê heta niha tu encam bi dest nexistiye. Bi taybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku wekî dîwarê parastina hêviyên gelên herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker e, derbên giran dixwe.

'ÎRADE JI ÇEKÊ BIHÊZTIR E'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd got: "Ji 17'ê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên çiyayê Kurdistanê zêde kiriye, çekên pêşketî ku ji NATO'yê digire bi kar tîne. Lê îradeya gerîla ji van çekan bihêztir e. Gerîla dikarî hêza artêşa dewleta Tirk a dagirker têk bibe û ji cîhanê re îsbat kir ku îrade jî çekê bi hêztir e."

Mehmûd îşaret pê kir ku deweta Tirk a dagirker piştî ku  di kontrokirina Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi bin ket, çekên kîmyewî bi kar anî û wiha domand: "Ev yek di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin. Ev dide diyarkirin ku ev dewlet bi hemû rêbazan destekê didin artêşa Tirk a dagirker. Ji ber vê, divê em xwe nespêrin tu kesî. Rizgarkirina me ji qirkirinan wê bi destê gerîla be."

Mihemed Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide kurdan qir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Planên wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê sînordar namîne. Lê belê çavê xwe berdaye tevahî herêmê. Rêya herî baş a têkbirina van planan, rêxistinabûyîna li gorî şerê gel ê şorşgerî ye."

'ÇIYAYÊ KURDISTANÊ HEWCEDARÎ PIŞTGIRIYA ME YE'

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kiriye û herî zêde ciwanan dike hedef û wiha got: "Ji ber ku ciwan stûnê civakê ne. Di heman demê de jinan, bi taybet jinên fermandar dike hedef. Ev delîl e ku dewleta Tirk ji şoreşa me ditirse û hêza ku em îro gihiştinê dizane."

Hebûn Mihemed anî ziman ku armanca dewleta Tirk eşkere ye ew e ku têkiliya di navbera gel û gerîla de qut bike û wiha domand: "Gerîla temsîla xeta berxwedanê ya parastina gelên herêmê dike. Armanca dewleta Tirk a dagirke ew e ku me ji hev qut bike da ku dagirkirina xaka me hêsan bike mîna ku li bajarên me yên dagirkirî kir, ku şêniyên wê jê derxistin da ku plana xwe ya guhertina demgorafî pêk bîne."

Hebûn Mihemed bang li ciwanan kir ku têkoşînê xurt bikin: "Gelên herêmê xwe dispêrin enerjiya xwe. Pêwîstiya çiyayê Kurdistanê bi piştgiriya me heye. Berxwedana ku gerîla raber dike gelekî mezin e. Piştevaniya ji aliyê ciwanan ve dê bandorekê mezin di dilê her gerîlayekî/ê de bike ku şerê hebûnê li hemberî artêşa dewleta Tirk a dagirker dike."

ANHA


Mijarên Din