Ciwanên Hesekê bi meşeke mişeleyî piştgirî dan çalakgerên grevê

Bi sedan ciwanên bajarê Hesekê bi meşeke mişeleyî piştgirî dan çalakgerên grevên birçîbûnê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê bi sedan ciwanên bajêr ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê meşeke mişeleyî li dar xistin. 

Meş ji ber pira taxa Mifî destpê kir. Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mişle hilda bûn û diruşmeyên azadiya Ocalan berz dikirin.

Meş li ber navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî veguherî mîtîngê. Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê Mihemed Fîdan berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir û got, hevdîtina parêzerên Ocalan nayê wateya bidawîkirina tecrîdê.

Fîdan her wiha soza mezinkirina têkoşînê da het bidawîkirina tecrîdê.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANAH

 


Mijarên Din