Ciwanên Hesekê pêngava "Serî Hildin" ragihandin

Ciwanên Hesekê meşeke li dar xistin û pêngava "li dijî dagirkeriya faşîmz a Tirkiyê serî hildin" ragihandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê ji bo bîranîna berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê ji bo bidawîkirina dagirkeriya faşîst a Tirk serî hildin" meşek li dar xist. Meş ji ber pira Mifît heta ber navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Ciwanên pankartên "Ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Tirk bi rihê berxwedana 14‘ê Tîrmehê serî hilde", alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), YPG û YPJ‘ê hilda bûn.

 Meş li ber navenda Çand û Hunerê veguherî mitîngê, li vir bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, Mîrav Paşo daxuyaniyek xwend.

Mîrav got: "Em têkoşîna qehremanên 14‘ê Tîrmehê silav dikin, roja pêketina çirûska têkoşîn û tolhildanê, bi rihê berxwedana wan şoreşa me heta vê kêliyên didome. Bi vê wesîleyê em êrîşên ne mirovî yên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê û li dijî gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku di nava bêdengiyeke şer a hikûkmeta Başûrê Kurdistanê têne kirin, şermezar dikin, di encama van êrîşêna de endama Koordînasyona Giştî ya KCK‘ê Diyar Xerîb şehîd bû.

Ji vir em berxwedana têkoşerên li eniyên şer silav dikin û soz didin xwîna şehîdan û heval Diyar Xerîb ku em ê têkoşîna wan wan bidomînin, tola wan hilînin heta armanca gelê xwe di jiyaneke azad û bi rûmet bi cih bînin.

Li ser vê esasî, em pêngava li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst serî hildin radighînin û bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî pêngavê bibin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, dirûşme hatin avêtin.

ANHA


Mijarên Din