Ciwanên Kobanê 3`emîn Konferansa xwe lidar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê 3`emîn konferansa xwe bi durişmeya ‘Bi tekoşîna Ciwanên Şoreşger em ê Sûriyeke demokratîk û azad avabikin’ li dar xistin.

3`mîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Kobanê bi beşdarbûna sedan ciwanên herêma Firatê li eywana ciwanan a bajarê Kobanê  hate li dar xistin.

Hola konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Parlementera HDP`ê Leyla Guven, ala ciwanan û pankartên bi durişmeya ‘Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Suriyeke azad ava bikin’ hatin dalqandin.

Konferans bi deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, paşê 3 kes ji bo rêvebirina dîwana konferansê hatin hilbijartin.

Paşê endamê Tevgera ciwana a kobanê Mezlûm Misto nirxandinên Rêber Ocalan xwendin, piştî wê sinevizyonek derbarê  kar û xebata ciwanan de hat pêşandan.

Piştra endama ciwanan Peyman Elî kar û xebatên ciwanan ya salekê xwend.

Ciwanan di konferansê de ev biryar girtin.

1-  Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê di nav çalakiyên bênavber û cur be cur bibin.

2- Hemû cureyên polîtikayên resmaliyê wek fuhuş, hêşbir û sixurkirinê em red dikin û li beramberî wê em ê têkoşîn bikin.

3- Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger avakirina Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk wek erke xwe bibînin.

4- Ji bo avakirina Konfederalîzma Demokratîk pêk were û paradigmaya Rêber Apo jiyanî bibe perwerdeyên bîrdozî hîn xurttir berdewam bike.

5- Di serî de li dijî faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hemû dagirkeriyê ji bo xwedîderketina welat û axa xwe Hêzên Parastina Cewherî Ciwanan xurtkirin û hişmendiya xweperastinê pêşxistin erkekî sereke esas digire.

6- Ji bo mezinkirina hêzên me YPG-YPJ xwe berpirsîyar bibinin.

7- Ji bo 2 mehan perwerdeyê girtî yê du mehan were pêşxistin

8- Perwerdeya Jineolojî were pêşxistin.

9- Ji bo pêşxistina çanda xwendinê xebat were kirin.

Di dawiya konferansê de 16 kes ji bo meclisa ciwanên kantona Kobanê hatin hilbijartin.

(sn-hh)

ANHA


Mijarên Din