Ciwanên Kobanê bi meşeke mişeleyî tecrîd protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kantona Kobanê bi meşeke mişeleyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û piştgirî da daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê.

Bi armanca piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ya kantona Kobanê bi dirûşmeya" Dagirekeriyê têk bibin faşîzmê hilweşînin Kurdistanê azad bikin" meşke meşeleyan li dar xist. Bi dehan ciwanên kantonê beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber avahiya Kongreya ya bajarê Kobanê dest pê kir û li ser sînorê Tirkiyê rawestiya.

Di meşê de ciwanê bi navê Cemel Kobanê got:" Armanca me ji vê meşê ew e ku em weke ciwan karibin bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûn da ku em digihêjin armanca xwe û tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bikin."

Ciwanan li nêzî sînorê xelekên agir vêxistin û bi siloganên" Bijî berxwedana Leyla Guven û bê serok jiyan nabe" qîr kirin.

Paşê dayika bi navê Edela Beker axivî û got: "Weke dayik me jî cihê xwe di vê meşê de girtiye  ji bo ku em piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev çalakî bi serkeve û wê binkeftin ya dijmin be, heger bi dayikan mabe wê li hermber  tererosta Erdogan bisekinin û serokê xwe azad bikin, bila Erdogan tu carî ne fikire ku wê dîwar li Efrînê lêke û ji xwe re dagir bike çawa ku zarokên me terarostên DAIŞ`ê tun kirin û dewleta Tirk jî ji axa xwe tune bikin."

(sn/hk)

ANHA


Mijarên Din